• Dewleta Tirk li Wargeha Mexmûrê mizgeftek bombebaran kir, quranên têde şewitandin û dayikek tevî du zarokên wê birîndar kirin. Xelkê wargehê êriş rûreş kir û rayedarê Iraqê yê li wargehê jî neçar kirin ku daxuyaniyekê bide û êrişê şermezar bike.

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker pêr bi şev mizgefta semta 2´yan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir. Mizgeft şewitî, quranên têde şewitîn û xisareke mezin li xaniyên li derdorê bû. Di êrişê de dayikek û du zarokên wê birîndar bûn. Hema piştî êrişê, xelkê wargehê bi meşeke mezin dewleta Tirk a dagirker rûreş kir û kir ku rayedarên Iraqî daxuyaniyê bidin. Rayedaran gopt, wan dengê xelkê wargehê gihandiye meqamên berpirsiyar. Dewleta Tirk jî nîşan da ku di şerê xwe yê neinsanî de dikare mizgeftên misilmanan jî pirr bi rehetî bombebaran bike.   

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, li mizgefta semta 2´yan a Wergeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir û kir ku dayikek û du zarok birîndar bibin.

Zeyneb Îbrahim Îsmaîl û zarokên wê Egîd Tekîn Osman û Azad Şefîq Mehemed di êrişê de birîndar bûn.

 

Mexmûriyan bersiv da

Hema piştî êrişê, bi hezaran xelkê wargeha Mexmûrê, dijî êrişê meşiyan û kirin ku rayedarê Iraqê yê li wargehê, daxuyaniyê bide. Xelkê Mexmûrê piştî êrişa li dijî mizgefta semta 2´yan ji heft salî heta heftê salî bi awayekî girseyî heta bi seytereya ketina wargehê meşiya. Xelkê wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve li seytereyê hat rawestandin, li ser vê şandeyek ji wargehê li gel rayedarên hêzên Iraqê civiya. Piştî hevdîtinê, rayedarê hêzên Iraqê daxuyaniyek da, êrişa dewleta Tirk şermezar kir û got: “Ev êrişa ku çêbûyî li ser sivîl, jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li dîn tê kirin, êrişî ser Mizgeftan tê kirin, ev hemû li dijî dînê Îslametiyê ye.”

 

Êriş li dijî sivîlan e

Xelkê wargehê piştî êrişê, ji cihê bûyerê berê xwe da ber bi avahiya Saziya Malbatên Şehîdan, li wir bi awayekî girseyî dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin gotin. Meş heta seytereya hêzên Iraqê ya ketina wargehê dewam kir. Li wir leşkerên Iraqê rê li ber wan girtibû. li ser vê şandeyeke ji xelkê wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kir, piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê bi xwe li cihê gel rawestayî ji gel re axivî.

 

Êrişî dîn û mizgeftan kirin

Alîkarê Berpirsê Firqa 14’an Sadûn Muheysîn El Xefecî got, ew ji ber vê êrişê gelek xemgîn in û wiha peyivî: “Ev êrişa ku çêbûyî em şermezar dikin. Ev êrişa ku hatiye kirin ji ber ku li ser sivîlan e, li ser jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li dîn tê kirin, êrişî mizgeftan tê kirin. Li gorî ku me li wêneyan temaşekir, dema bombe li Mizgeftê ketî, Quran hatiye şewitandin û tiştên wê hatiye xirab kirin ev hemû jî li dijî dînê Îslametiyê ye. Ez jî waqaîdê firqê me, me dengê we gihandiye yên ji me bilindtir û bi yên Bexdayê re axivîne. Niha dema ez dihatim di rê de telefonek ji Bexdayê hat ji min re, got, bûyera ku li wargehê çêbûyî gihiştiye me. Şandeyek wê ji Rêveberiya Bexdayê serdana wargehê bike. Ev êrişên ku li wargehê çêbûyî ne mirovî ye û em weke hikûmeta Iraqê vê yekê şermezar dikin. Em ê hemû daxwazên we ji wezîrê Bexdayê re bişînin. Ev nuqteyên me yên ku li derdora wargehê hemû jî ji bo parastina wargehê ne û em nahêlin ti zirar bigihîje wargehê.”

ROJNEWS / MEXMÛR