- Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef bi bîr xist ku di nava çend rojekî de 2 sivîl ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin.
Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef bi bîr xist ku di nava çend rojekî de 2 sivîl ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin û got, dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike.
Riyad Xelef têkildarî topbarana dewleta Tirk a 2-3 rojên bihurî li dijî navçeyê û gundewarên wê, gotm, di van êrişan de zarokê bi nave Hatim Zêdan û şêniyê bi navê Mihemed Silêman hatine qetilkirin.
Xelef êrişên bênavber ên dewleta Tirk ên li dijî gundan şermezar kir.
Xelef da zanîn ku ev sûc û êriş li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk tên, bi taybetî li pêş çavên Rûsyaya garantor ku agirbestê dişopîne û li hember binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê nasekine.
Riyad Xelef wiha gotina xwe bi dawî kir: "QSD li gorî agirbestê tevdigere. Lê belê çi êrişek li ser herêmê pêk hat, bersiva wê dide."
Di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a roja Înê ya li dijî navçeya Eyn Îsa de zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd bû. Pêr jî leşkerên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mihemed Silêman ê pezê xwe li gundê Tirwaziyê yê kantona Girê Spî diçêrand, li nêzî rêya M4 qetil kir.
ANHA/EYN ÎSA