Dewleta Tirk li ser dîwarê şermê yê li ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê de derî çêdike. Xelkê deverê nikare xwe nêzî sînor bike. 

Dewleta Tirk a dagirker, li ser sînorê Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê 2 blokên betonê rakirin û li şûna van blokên betonê jî dewleta dagirker li pêşberî gundê

Zorava yê li bakurrojavayê Tirbespiyê deriyekî çêdike.

Gundiyên Zorava dibêjin, piştî ku dewleta Tirk yekser êrişî sivîlan kir, ew nikarin xwe nêzî sînor bikin. 

Niha mirov dipirsin, ka gelo dewleta Tirk a dagirker bi vî deriyê dixwaze çi bike.

QAMIŞLO