Dewleta Tirk li ser YNK’ê jî gef e

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 02:25

Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de, cîgirê Berpirsê Malbenda YNK’ê ya li Hewlêrê Reşad Gelalî axivî. Reşad Gelalî da zanîn ku desthilatdarên herêmê ji pêşketinên gelê Kurd heznakin, lewma her guhertinek di berjewendiya neteweyî de were bidest xistin, astengiyê jê re derdixin. Gelalî got ku Tirkiye yek ji wan dewletên dagirkeriya xwe dewam dike ye û got:“Erdogan bi eşkere dibêje, li her cihek dinyayê liv û tevgerek Kurdan hebe, ew ê tine bikin. Herêma Kurdistanê jî bi Tirkiyeyê re sînore, herêmek bihêze. Ji bo ku carek din serhildanek Kurdan li herêmê çênebe, Tirkiye dixwaze roj bi roj Herêma Kurdistanê bêdengtir bike. Ji sala 1991’an ve Tirkiye roj bi roj zêdetir tê nav xaka Herêma Kurdistanê, bê guman ev yek bi hevkariya PDK’ê tê kirin.”

Çûna Barzanî ne ji bo xêrê ye

Reşad Gelalî behsa hewldanên PDK-Tirkiye yên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê kir:“Di navbera PDK û Tirkiyeyê de, ji bo astengkirina hilbijartina herêma Kurdistanê, lihevkirinek heye. Eger bi awayek demokratîk hilbijartin pêkbê, PDK vê hilbijartinê di berjwendiya xwe de nabîne, ji bo vê jî PDK dixwaze bi rêya dagirkeriyê desthilatdariya xwe bi ser îradeya azad de bisepêne. Armanca serdana Barzanî ya ji bo Bexdayê, ne ku dibêje Tirkiye Herêma Kurdistanê dagirkiriye, armanc ew bû ku aliyên Şîe daxwaz jê kirine li ser derxistina hêzên hevpeyman îmze bavêje. Ev yek jî xeletiya duyem a Barzanî ya piştî referandûmê ye. Çûyîna Barzanî ya ji bo Bexdayê, eger pirsa Kurd bi diyalogê çareser neke, ne Tirkiye, ne Mesûd Barzanî ne jî welatên din nikarin serhildana Kurdan bêdeng bikin.”

Armanc dagirkerî ye

Reşad Gelalî behsa metirsiyên li ser Herêma Behdînan û YNK’ê ya li herêmê jî kir û got:“Eger YNK dijî êrişên dewleta Tirk ne xwedî nerazîbûn be, wê dagirkeriya Tirkiyeyê li ser baregeh û kadroyên YNK’ê jî bibe gef. Armanc ne tenê lêdana PKK’ê ye, li Herêma Behdînanê hemû ragihandin di bin çavdêriyek dijwar de ne. Asayîşa PDK rê nade kes nêzî cihên leşker lê hene bibin, rê li dengê xelkê herêmê jî digirin û nahêlin kes ji ragihandinê re bi axive. Armanca PDK û Tirkiye ew e ku ji kamerayan dûr bikevin û bi leşkerî û îstîxbaratê herêmê dagir bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.