Dewleta Tirk li Şaredariyê xist
Pêncşem 7 Îlon 2023 - 00:12
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker li herêma Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên bi dest ketine di encama êrişê de tu şehîd û birîndar nîne. Lê di encama bombebarankirinê de ziyanek mezin a madî gihiştiye avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê.
Têkildarî êrişa esmanî ya dewleta Tirk ya dagirker, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk piştrast kir û got; “Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker li ser esmanê Binarê Qendilê digeriya. Wesayîteke barhilgir ku li nêzîkî avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê rawestiya bû bombebaran kir. Ji ber êrişa balafirê agir bi tankera gazê ya wesayîta Şaredariyê ket û di encamê de ziyanek mezin gihişt gelek wesayîtên şaredariyê.”
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL