Dewleta Tirk li Girê Spî li sivîlan reşand
Sêşem 5 Cotmeh 2021 - 01:15
Li Girê Spî çeteyên dewleta Tirk li sivîlan reşandin û 3 sivîl birîndar kirin.
Li gorî çavkaniyek ji Girê Spî, çeteyekî ji koma 'Ketîbeya El Nuxbe' ya ser bi dewleta Tirk a dagirker, doh li ber firnekê tevlîhevî derxist. Çavkaniyê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku çete li sivîlên li ber firnê reşand û di encamê de 3 sivîl birîndar kir.
Navê sivîlên birîndar bûne nehate zanîn. Dewleta Tirk a dagirker her wiha li gorî dema herêmê saet di 12:30'î de ji baregeha leşkerî ya li gundê Cilbirê bi hawan û doçka êriş bir ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê.
EYN ÎSA