• Dewleta Tirk a dagirker qederê 100 kûçikên har berdan gundên navçeya Amûdê.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tirsandina xelkê Rojava rêbazeke din bi kar tîne. Herî dawî wê qederê 100 kûçikên har berdan gundên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê.
Dewleta Tirk ev qederê 100 kûçikên har, di deriyê hesinî yê li ser dîwarê sînor re berdan gundên navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê.
Şêniyan diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk kûçikan berdide herêmê. Beriya wê jî carekê dewleta Tirk kûçik berdan rojava. Wekî din jî eskerên dewleta Tirk her tim guleyan bêserûber li gundan direşînin.
Xidir Elî Mûsa yê ji gundê Xerzê yê ser bi Amûdê, dibêje, wî, pêr bi şev dîtiye çawa leşkerên Tirk deriyê sînor vekirine û 100 kûçik berdane gund: "Ev ne cara yekê ye, beriya niha jî ev tişt kirin, ev kûçik gelekî har in, êrişî me dikin, êrişî zarokan dikin û wan ditirsînin."
Ji ber vê êrişa biyolojîk a dewleta Tirk, xwendekar û şagirtên dibistanan nikarin biçin dibistanên xwe. Yek ji xwendekaran Mihemed Elî Şêx dibêje: "Kûçikên ku Tirkiyê berdane, êrişî me dikin, ev kûçik gelekî har in, em pirr ji wan ditirsin, ji tirsa wan em newêrin biçin dibistanê."

ANHA/QAMIŞLO