Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker pêr gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de komkujî pêk hat û ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî 3 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Navên şehîdan wiha ne: Hîba El Xelawî (10), Ebdullah (3) û dapîra wan Doza (60).
Her wiha, Melek (12), Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî li gundewarê navçeya Eyn Îsayê 5 komkujî kirin, tê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Komkujiyên ku dagirkeran li wê herêmê pêk anîne; Komkujiya Sefawiyê, El Dibis, El Ilêmat, Mezreya Qirtac in.
Li gorî daneyan, ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê 118 kes şehîd û birîndar bûne.
ANHA/EYN ÎSA