Dewleta Tirk komkujî kir
Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:21
- Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirkker gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn.
Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirkker gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn.
Pêr derengî şevê, balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk xaniyên welatiyên gundê Siwêdiyê yê Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de Xalid Henîfe û Beşar Berekat şehîd bûn, Sebrî Seydo (20), Ezîz Zêdan (32) û Reşîd Zêdan (42) birîndar bûn.
Zirara madî li mal û milkê welatiyan bû.
Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, di çend rojên bihurî de taxên rojhilat ên Kobanê bombebaran kir, her wiha Eyn Îsa, Şehba û gundewarên başûrê Efrînê jî topbaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN