30 tankerên sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkirî yên bakur û rojavayê Sûriyeyê amade kirine, li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic-Cerablusê de sekinîne û dewleta Tirk a dagirker nahêle ku alîkarî bigihêjin mexdûran.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şandeya krîzê Ciwan Mela Îbrahîm li ser mijarê got: “Hîna em li deriyê Um Cilûd sekinîne. Heta niha tu alî ji bo wergirtina alîkariyan nehatine.”

Li aliyê din Ciwan Mela Îbrahîm da zanîn ku karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê amade kiribûn, ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tayihe yê di navbera herêmên rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de bi rê ketine.

 

Rejîma Şamê li ber alîkariyê asteng e

Tevî dorpêça li Sûriyê çêbûye û bandor li kantona Şehbayê kiriye ku zêdetirî hezar û 200 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye revîne pêşwazî kirin, hikumeta Şamê dorpêçkirina kantonê didomîne ku heta niha tu alîkarî negihîştin herêmê.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo got: “Alîkariyên xêrxwaziyê û sotemenî heta niha negihaştine kantona Şehbayê.”

 

Dorpêç divê were rakirin

Koçberê bi navê Mihemed Ehmed jî got: “Di çend rojên dawî de, hejmara şêniyan zêde bû. Lê dorpêça li ser kantonê, rewş zehmettir kiriye. Ji ber wê jî, divê rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî zextê li hikumeta Şamê bikin da ku vê dorpêça li ser herêmê bi dawî bikin û derfetê bidin ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin.”

 

Rewşa koçberên Helebê giran e

Koçberê bi navê Ciwan Mihemed jî got: “Ji dema ku hikumeta Şamê doprêça li ser kantonê girantir kiriye, di sotemenî, derman û madeyên xwarinê de bihabûneke zêde li herêmê çêbûye. Ji ber wê êşên şêniyên ji Helebê hatine herêmê zêde bû, nexasim ku alîkarî hîna negihiştine herêmê.”

NAVENDA NÛÇEYAN