- Mela Şîrîn: Pêxember di hedîseke xwe de dibêje, ‘Tirkan terk bikin û nêzî wan nebin.’ Dewleta Tirk li hemberî yê ji xwe bihêztir kole, li hemberî yê ji xwe lawaztir jî dîktatoriyê dike. Di Îslamê de xerakirina goran heram e. Erdogan minafiq e.
IDRÎS KARA / MEXMÛR
Bi salan e dewleta Tirk li gel êrişên xwe yên dijî mirovahiyê yên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, goristanên şehîdan jî bi awayekî rasterast dike hedef. Hestiyên zarokên Kurdan bi kargoyan dişîne ji wan re, kêlên goristanan difiroşe û miriyan ji gorên wan derdixe. Dewleta Tirk beriya çendekê jî cenazeyên şehîdên YPG-YPJ’ê li Efrînê ji gorên wan derxistin. Kiryarên li dijî goristanên şehîdan, rastî nerazîbûneke tûnd hatin. Berdevkê Yekîtiya Oldarên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr, Nela Mihemed Şîrîn li ser vê mijarê ji rojnameya me re axivî.
Mela Şîrîn destpêkê bal bire ser hedîseke pêxemberê Îslamê û got, "Hedîs dibêje, ´Heta Tirk we terk dikin, hûn terka wan bikin, nêzî wan nebin.´ Ji ber ku ew tenê dixwazin milkan bixin bin destê xwe, hertim aliyekî wan ê hov heye.”
Hem kole hem dîktator e
Mela Şîrîn behsa dîroka hatina Tirkan a Rojhilata Navîn dike û dibêje, “Dema Tirk hatin Rojhilata Navîn, yê ku hevaltî bi wan re kir, Kurd bûn. Lê îro Kurdan qir dikin. Ji ber ku çanda dewleta Tirk ev e. Yanî dewleta Tirk li hemberî yê ji xwe bihêztir kole, li hemberî yê ji xwe lewaztir jî, heya dawiyê dîktatoriyê dike. Dewleta Tirk ji fesadiyê hes dike, ev jî aliyekî wê yê dîrokî ye.”
Mela Şîrîn bal bire ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî goristanên şehîdan û got, êriş tiştek xerîb û şaş e, ya herî balkêş jî hikûmeta niha van êrişan bi navê dîn dike. Mela Şîrîn got, "Em dibînin ku kiryarên hikûmeta niha û yên DAIŞ’ê weke hev in. Esas tişta ku DAIŞ’ê nekarî pêk bîne, îro dewleta Tirk dike.
Pêxember dibêje, ‘Ji bo ku mirin bi bîra we were, serdana goristanan bikin. Ji bo ku hûn karên baş bikin, serdana goristanan bikin.’ Piştî ku Îslam bi ser ket û têgeha putperestiyê ji holê rabû, pêxember dibêje, biçin ser goran da ku hûn xwe ji gunehên xwe biparêzin û qenciyê bikin.”
Mela Şîrîn bal bire ser êşkenceya dewleta Tirk li cenazeyan jî dike û da zanîn ku êrişa li dijî cenazeyan ji ya li dijî mirovên sax xirabtir e.
Heram e
Mela Şîrîn bi bîr xist ku xirakirin û lîstina bi goran di Îslamê de heram e û wiha dewam kir: “Çi milet be bila bibe, di Îslamê de lîstina bi goran heram e. Ne hewce ye Misilman bin, li gorî dîn, cihê gora kesekî, mîrasa malbata wî ye. Li gorî ol, tu nikarî goran biguherî, mirov li ku bimire, li wir tên veşartin.
Lê niha êdî dest bi kêl firotinê kirine, ev bê exlaqî ye. Ti têkiliya vê bi dîn re nîne, berevajiyê vê siyaseta ji bo têkbirina dîn e."
Erdogan minafiq e
Di dewamê de Mela Şîrîn wiha behsa minafiqiya Erdogan dike: "Ji pêxember dipirsin û dibêjin, pîsê umeta te kî ne? Pêxember dibêje, ‘Kesên ku xwe di şikl û şema de weke Misilman didin nîşan, lê bi kirinên xwe weke minafeqan in.’ Dema ku em vê dibêjin, yekser rûyê Tayyip Erdogan tê ber çavên me. Ev kirin di dema Ebu Cahil de hebûn, niha Erdogan dewam dike. Wê demê mamê pêxember dikujin û zikê wî di dirînin.
Erdogan aşiqê wehşetê ye. Pêxember dibêje, Misilman hemû birayê hev in ‘Ne Erebek ji Ecemekî bi qîmettir e, ne Ecemek ji Erebekî bi qîmettir e.’ Ev fermana pêxember e."
Ne Misilman e
Li gorî Mela Şîrîn melayên li pey Erdogan diçin jî, dizanin Erdogan xelet e, lê wan xwe firotiye. Cudahiya Misilmanekî û ne Misilmanek tenê edalet e. Li ser meselê ew wiha dewam dike: "Lê îro Erdogan zarokên Kurdan qetil dike, li ser cenazeyê zarokên Kudan, xanî ava dike û careke din wî xaniyî difiroşe malbatên wan zarokan. Bê exlaqiya îro Erdogan dike, ti kes nake. Erdogan derdikeve beramberî Kurdan û dibêje, Kurd nînin. Ev gunehê herî mezin e, şehdezorî ye. Qetlê dike, ya herî xirab jî ev e. Qetilkirinê, weke mizgînî belav dike, pê kêfxweş dibe. Ti demarekî Îslamê li gel Erdogan nîne.”
Li dijî Erdogan şer bikin
Mela Şîrîn herî dawî bang li her Misilmanî dike; “Her kesê ku bêje ez Misilman im, divê li hemberî Erdogan be. Heta pêwîst e li hemberî van kirinên wî şer bike.”
Dewleta Tirk gornebaş e
Li gorî daneyên li ber dest, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê di nava 5 salan de (2015-2020) 47 êriş dijî goristanên Kurdan kirin. Li Bakurê Kurdistanê pirraniya êrişên dijî goristanan li herêmên çiyayî yên bajarên Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Bedlîs, Sêrt, Êlih Colemêrg, Riha û Meletî yên Bakûrê Kurdistanê çêbûn. Lê herî zêde jî goristanên li Liceya Amedê û Gevera Colemêrgê çêbûne. Cenazeyên 282 gerîlayên PKK’ê yên li goristana Xerzanê ya Bedlîsê, ji cihên wan hatin derxistin û li bin rêya devera Kilyosê ya bajarê Stenbolê hatin veşartin.
Şehîdgehên Efrînê û sûcên dewleta Tirk
Li gorî Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, di goristana şehîdan a li pişt nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê de 71 şehîd veşartîbûn: “12 şervanên YPJ´ê, 14 şervanên YPG’ê, 5 endamên asayîşê, 3 endamên Cebhet El-Ekrad, 1 endamê Erka Xweparastinê, 5 sivîl, nasnameyên 31 kesan jî ji ber şertên şer zelal nebûye.”
Li gorî agahiyan, cenazeyên şehîdan ên ji şehîdgehê hatine derxistin, bê nasname li goristana sivîlan a Henên ku dikeve ser rêya Kefircenê ya ser bi navçeya Şerayê hatine definkirin.
Goristana şehîdan a Şehîd Seydo ya li Çiyayê Qeyzikli ya navçeya Cindirêsa Efrînê di encama bombebaranê de hatiye xirabkirin. Dagirkerên dewleta Tirk Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Efrînê jî xirab kiriye û hate gotin ku li goristanê baregeheke leşkerî hatiye avakirin. Her wiha li ser Goristana Şehîd Avesta Xabûr jî bazar hatiye vekirin.