Ev 6 roj e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê rê nadin ku alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhejê bibin. Dewleta Tirk gef li navbeynkarên ku hewl dan alîkariyan derbas bikin, xwarin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî kampanyaya alîkariyê ragihand.
100 tanker hatine sekinandin
10ʹê Sibatê, Rêveberiya Xweser 50 tankerên mazotê amade kirin da ku bişîne Şehba û Helebê. Lê hikumeta Şamê tanker li deriyê Tayiheyê yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de asteng kirin. Dîsa jî Rêveberiya Xweser 50 tankerên din ên sotemeniyê bi rê kirin. Lê heta niha 100 tanker li deriyê Tayiheyê hatine astengkirin û li benda derbasbûnê ne.
Li deriyê Um Cilûd jî astengî heye
8ʹê Sibatê Rêveberiya Xweser hewl da 30 tankerên sotemeniyê û 20 kamyonên madeyên mirovî bişîne herêmên dagirkirî. Ev alîkarî jî li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin astengkirin û rê nayê dayîn ku derbas bibin.
Gef li şandeya navbeynkar xwarin
Ji bo ku ev alîkarî derbas bidin, yekşemê nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeyeke navbeynkar a ji herêmên dagirkirî hatî re hevdîtin kir. Lê piştî ku şande ji bajarokê Raî yê dagirkirî vegeriya, derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê red kir.
Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gef li şandeya navbeynar xwariye ku hewl da alîkariyê derbasî herêmên dagirkirî bike.
ANHA/MINBIC/ZANA SEYDÎ