• Aldar Xelîl: Dewleta Tirk, bi xwe DAIŞ'ê xwedî dike, bi rêxistin dike. Ew planên esasî yên DAIŞ'ê diyar dike. Ji bo li vê herêmê tevlîheviyê bike û kiryarên xwe yên hovane pêk bîne, piştgiriyê didiyê.

MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/QAMIŞLO

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, “Heger tê xwestin ku dinya ji çeteyên DAIŞ'ê bê rizgarkirin, divê sînor ji dewleta Tirk re bê danîn. Heta ku desthilatdariya AKP-MHP hebe, DAIŞ wê mezin bibe û tehlûke be."

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya DemokratîK (PYD) Aldar Xelîl ji me re peyivî.
 
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê di kîjan astê de ye?

Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê di her astê de dewam dike. DAIŞ nîşaneya şerê li dijî îradeya gelan, azadî, demokrasî û wekheviyê ye, maşika êrişên hêzên mîna dewleta Tirk ên li ser herêmê ye. Dibe ku bi hezaran endamên wê hatin kuştin, ji aliyê leşkerî û siyasî ve hate tinekirin, serweriya xwe li ser xakê nema, lê belê DAIŞ hîn jî heye. Şaneyên veşartî çêkirine. Hêzên Ewlekariyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wezîfeyên xwe yên li hemberî van bi cih tînin, lê belê gelê herêmê ji bo parastina ji xetereya DAIŞ'ê divê di asta herî bilind de piştgiriyê bide.

Hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê re dewam dike?

Dewleta Tirk, bi xwe DAIŞ'ê xwedî dike, bi rêxistin dike. Ew planên esasî yên   DAIŞ'ê diyar dike. Ji bo li vê herêmê tevlîheviyê bike û kiryarên xwe yên hovane pêk bîne, piştgiriyê didiyê. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Bab, ji Ezazê heta Idlibê (ev dever ji xwe bûye navenda wan) hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Li van deveran çete têne birêxistinkirin û êrişan dikin. 

Armanca dewleta Tirk 
ji vê hevkariyê çi ye?

Cîhan bêdeng dimîne. Ji şoreşa demokratîk û îradeya gel aciz in. Ma dewleta Tirk xaka Sûriyeyê bi tena serê xwe dagir kir? Heger dewleta Tirk bi hêzên hegemonîk ên navneteweyî re tifaq nekiribûya, bi tena serê xwe ti carî nekarîbû bihostek xaka Sûriyeyê dagir bike. Heger van hêzan xwe li dewleta Tirk kerr û kor nekiribûna, DAIŞ nekarîbû li nava Iraq û Sûriyeyê ewqasî bi pêş ve biçe. Ne wisa bûya, dewleta Tirk li Stenbol, Dîlok û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê nikarîbû ji DAIŞ'ê re kampan çêke.

Gelo bêdengiya li bûyerên li herêmên dagirkirî diqewimin ji ber vê ye?

Efrîn çar sal in dagirkirî ye. Demografiya wê tê guhertin. Gel tê koçberkirin, mirov têne girtin. Kampên çeteyan hatin avakirin. Malbatên çete tên bicihkirin. Li herêmên din ên dagirkirî jî rewş bi heman rengî ye. Dewletek radibe sîstemeke bi vî rengî ya terorê û hovane mezin dike, xwedî dike. Kuştina serçeteyan li nêzî baregehên dewleta Tirk, metirsiyê ji holê ranake. Yekî nû dixin şûna yê çûyî.

Heger bi rastî jî tê xwestin ku dinya ji çeteyên DAIŞ'ê bê rizgarkirin, divê sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn. Heta ku dewleta Tirk bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP'ê hebe, DAIŞ wê mezin bibe û li ser tevahiya herêmê her tim xeter be.

Qala êrişeke nû ya dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin…

Rojane êriş li dijî me têne kirin. Ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî ve êriş têne kirin. Ji her alî ve em di bin êrişan de ne. Nizanim ka wê kengî dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê bikin, lê belê em bi vê zanin; Ji bo hilanîna tola DAIŞ'ê, ji bo têkbirina projeya demokratîk, ji bo afirandina tevlîheviyê di navbera gelên herêmê de û pêşîgirtina li avabûna sîstemeke demokratîk çi jê bê wê bike.

Em jî hewl didin xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û sîstema xwe ya parastinê bi pêş ve bibin.

Di dema êrişa li dijî Hesekê de rejîma Beesê li dijî Rêveberiya Xweser hin daxuyanî dan. Têkiliyên we yên bi rejîmê re çawa ne?

Rejîm xwe nade ber çareseriyê, diyalogê qebûl nake. Ji dûr ve li meseleyê dinihêre, agahiyeke xwe ya zelal nîne. Ji bo çareseriyê biryar nedaye. Dibe ku daxuyaniyên cuda cuda bide, lê belê em van tiştên demkî esas nagirin. Em vê nakin pirsgirêk. Divê em rastiyê bibînin. Rastî ev e; divê em bi hev re vî welatî biparêzin. Em vî welatî aram bikin.