Li ser rêya gundekî navçeya Koyê, wesayîteke welatiyekî ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koyî ya ser bi Hewlêrê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hatiye bombebaran kirin.

Derbarê êrişê de cihgirê Rêveberiya Tenduristiyê ya Koye, Şêrwan Celal got, “Bûyer li nêzî Koyê pêk hat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest da û 3 kesê din ên di nava wesayîtê de jî birîndar bûne. Rewşa birîndaran baş e.”

Şêrwan da zanîn ku hemû kesên di wesayîtê de sivîl bûn û her 4 kes jî nefsên yek malbatê bûne.

ROJNEWS/HEWLÊR