Dewleta Tirk êrişî her destketiya Kurd dike 

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 02:51

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Abdulah, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê axivî. Selam Abdulah got, “Di êrişên dewleta Tirk de bi zelali asta dijberiya vê dewleta faşîst derdikeve holê.”

Selam Abdulah diyar kir ku dewleta Tirk rojane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û Şengal û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, di heman demê de çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne û wiha peyivî: “Di nava du şevên bihurî de, bi balafirên şer çiyayê Qereçûx, Binarê Qendîlê, çiyayê Asos ên li Başûrê Kurdistanê, her wiha Kobanê, Şehba, Girê Spî, Dirbêsiyê û Dêrik ên li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Erdogan êriş dibe ser her cihê Kurd lê hene.

Sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê peywendî projeyên Erdogan bi xwe ne, ew dixwaze projeya osmaniya nû bi pêş bixe. Hem Başûr û hem jî Rojavayê Kurdistanê di nava vê nexşe û projeyê de ye. Hem Sûrî û hem jî Iraqê parçe dike. Di demekê de ku hinek hêzên Kurdî ji bo pêkanîna vê projeya dagirkeriyê hevkariya dewleta Tirk dikin, ev hêz ne tenê gelê Kurd, xwe bi xwe jî dixin ber metirsiyeke mezin. Ji ber ku rayedarên dewleta Tirk a faşist bi roj û ronî di daxuyaniyên xwe de radigihînin û hewar dikin û dibêjin, ‘em li dijî her destketiya gelê Kurd in û li her cihî destketiyeke gelê Kurd hebe, em ê êrişê bibin ser.”

 

Şikestina Erdagan dike ku êrişkar be

Selam Abdulah senaryoyên nû yên dewleta Tirk ên li ser teqîna Stenbolê avabûne jî disipêre “şikestina” Erdogan “a li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê”. Biya wî ew dixwaze xwe ji vê rewşa binketî xilas bike û xwe serketî nîşan bide. Sedema êrişkariya wî jî li orî vê ev e.

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Abdulah daxwaz ji gelê Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê kir da ku di vê qonaxê de hişyar bin, ji bo her şert û mercî amadekariyan bikin û bikevin qonaxa şoreşgerî, ji bo li ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd rabin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.