• PDK’ê Silêman Mele Şêxo yê ji herêma Kanî Masiyê di encama êrişa hewayî ya balafirên Tirk de birîndar bûbû, derman nekir, xist zîndanê.

PDK’ê welatiyê bi navê Silêman Mele Şêxo yê ji herêma Kanî Masiyê ku di encama êrişa hewayî ya balafirên Tirk de birîndar bûbû, li dewsa ku derman bike, xist zîndanê.
Balafira bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk di 19’ê Mijdarê de bombe li gundê Bêdehê yê ser bi Kanî Masî ku girêdayî Amediyê ye barandibû û di encamê de welatiyê bi navê Silêman Mele Şêxo birîndar bibû. Her wiha di encama êrişa li ser gund de mal û milkê gundiyan jî zirareke mezin dîtibû.

Rojekê piştî êrîşa li ser gund li dewsa hêzên PDK’ê Mele Şêxo bibin nexweşxaneyê derman bikin, bi ser malê de digirin û wî dixin zîndanê.

Heya vê gavê jî malbata Mele Şêxo ti agahî jê negirtiye û ew bi xwe jî ji malbatê tê veşartin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ