Dewleta Tirk bavê 6 zarokan şehîd kir

Duşem 29 Tebax 2022 - 21:18

  • Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyekî welatiyekî ji xelkê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir.

Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyekî welatiyekî ji xelkê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de xwediyê malê Evîzêt Abdullah birîndar bû. Ji ber giraniya birîna xwe Evîzêt dibirin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, şehîd bû.

Balafira bê mirov doh danê nîvrojê saet di 12:40’î de mala welatiyê bi navê Evîzêt Abdullah Abid bombebaran kir.

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de Evîzêt Abdullah Abid birîndar bûbû, Evîzet rakiribûn nexweşxaneya Geyare, lê ji ber ku birîna wî giran bû, şehîd bû. Xwediyê malê Evîzêt Abdullah bavê 6 zarokan bû.

Xelkê wargehê li ber deriyê mala Evîzêt Abdullah kom bû û êrişa dewleta Tirk a dagirker rûreş kir.

Doh ji serê sibehê û pê ve balefireke dewleta Tirk a dagirker li ser wargehê digeriya.

MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.