• Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe 4 welatiyên din ji navçeyên Efrînê Mabeta û Racoyê revandin û ew birin cihekî nediyar.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe 4 welatiyên din ji navçeyên Efrînê Mabeta û Racoyê revandin û ew birin cihekî nediyar.

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên "Ewlehiya Siyasî û Polêsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundê Hecîko yê navçeya Raco û navenda Mabetayê revandine.

Heman çavkaniyê navên kesên revandî jî dan zanîn: Mihemed Hesen Hacî (35 salî) û Abdîn Qulê ji navçeya Mabeta, Ehmed Reşîd Reşîd (50 salî) û Hesen Ehmed Bêrem (45 salî) ji gundê Hecîko yê navçeya Raco.

Vê çavkaniyê da zanîn ku dagirkeran kesên revandî birine cihekî nediyar.

ANHA/ŞEHBA