Dewleta Tirk 2 wesayît hedef girtin

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:23

Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li navçeya Rimêlan a li Kantona Qamişloyê bombe li saziyek xizmetguzariyê barand. Li gorî agahiyan ji ber êrişê birîndar hene.

Li aliyê din balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker, li ser rêya navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê, wesayîtek hedef girt. 

Li bajarokê Til Marûf ê girêdayî navçeya Tirbespiyê jî, li ber benzînxaneya Til Marûf, wesayîteke din hate hedefgirtin. Li gorî agahiyan, di van êrişan de, birîndar çêbûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.