Dewleta Tirk 13 Efrîniyên din revandin

În 9 Îlon 2022 - 22:12

  • Dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê û Şêrewayê herî kêm 13 kes revandin.

Dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê û Şêrewayê herî kêm 13 kes revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkerên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê, li navçeya Cindirêsê li 3 ciwanan da, ciwanekî din jî revandin û radestî çeteyên bi navê "Têkoşîna li dijî terorê" kirin.

Navên kesên hatin revandin yên  ku 3 ji wan zarok in, wiha ne : “Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ê ji taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê, Nûredîn Emîn (16) ê ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê û Mihemed El Îsa (17) ê ji heman gundî.”

Çeteyên "Polîsên Sivîl" ên dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji taxa 16’an a navenda Cindirêsê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şamê, 2 welatî ji gundên Kibêşîn û Fafirtînê yên Şêrawayê revandine û ew jî Mihemed Ehmed Ebdo ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê ne.

Her wiha çeteyên "El Hemzat " 6 welatî ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin; ew jî Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo ne. Dagirkerên çete, welatiyên revandî birine cihekî nediyar.

ANF/EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.