• Di doza qetilkirina Mawda ya 2 salî de dozgera Belçîkî polês diparêze, penaberan gunehbar dike.

Polêsê Belçîkî Gulana 2018´an gule li minîbusekê reşandibûn û di encamê de Mawda ya 2 salî kuştibûn. Mawda penabereke Kurd bû û di minîbusê de ji bilî dê û bavê wê deh hebek penaberên din jî hebûn. Doza li dijî polês diviyabû, pêr bi dawî bibûya. Lê ji ber dirêjkirina îfadedayînê û parastina tohmetbaran, dadgehê biryara dawî neda û doz bi paş ve xist heta 10´ê Kanûnê.

Hîna nû di rûniştinên dozê de navê polês duşema bihurî eşkere bû: Victor-Manuel Jacinto Goncalves ê 48 salî. Dozgeriyê ji ber ne bi qest kuştina mirovekî heta bi 5 salan cezayê hepsê jê re dixwest. Di rûniştina pêr de parêzerê polêsê qatil, Esquire Kennes hewl da îdîa bike ku ti gunehê muwekîlê wî nîne. Weke sedem jî wî îdîa kir ku muwekîlê wî baş nehatiye perwerdekirin, ji ber ku berê karekî din dikir, ne polês bûye. Wî her wiha îdîa kir ku polês nizanîbû penaber di minîbusê de bûne. Îdîaya wî ya dawî jî ew bû ku muwekilê wî yê qatil gava sîleh kişandiye, nexwestiye guleyê berde, bêhemd sîleha wî teqe kiriye.

Îdîayên polêsê qatil hatin pûçkirin

Lê kesên pispor ên li rûniştinê peyivîn, ev îdîa pûç kirin. Li gorî wan bêhemd teqekirin mumkin jî be, pirr rewşeke tevlîhev e. Wekî din hem îfadeya pêşî ya polês û hem jî îfade û belgeyên ji midûriyetên polêsan hatin girtin, piştrast dikin ku polêsê qatil pê dizanî ku penaber di minîbûsê de ne.

Lê îfadeya dayik û bavê Mawda ya 2 salî hatî qetilkirin, ev îdîa û parastina polêsê qatil, ji berê ve pûç û bêmane kiribûn.

Bavê Mawdayê li dadgehê got, "Em trawmatîze bûne. Kurê min gava polêsan dibîne, dest bi girî dike. Çaxê Mawda xistin ambulansê, bêyî ku xeberekê bidin me, em birin hepsê. Di şev û rojên gelekî xirab. Ev ne insanî bû."

Dayika Mawdayê jî got, "Gava min xwest li ambulansê siwar bibim, ji pişt ve porê min girtin û ez derxistim." Wê ji heyeta dadgehê xwest îfadeya penaberên din ên di minîbusê de jî bigire, da ku bibihîsin polêsan miameleyeke çiqasî ne insanî bi wan re kiriye.

Wê derewa polêsê qatil jî li rûyê wî xist: "Temam, bila te zarok di minîbusê de nedîtibe, te çima gule reşandin? Ne mumkin e te nizanîbaya ku penaber di minîbusê de ne."

Dozger qebûl dike polês derew kirine

Lê dozgerê tenê îfadeya polês esas girtibû. Lê wê jî got, polês diviyabû zanibe penaber di minîbusê de ne. tevî ku polêsê qatil bi vê dizanî, dîsa jî sîleha xwe kişand, gule ajot ber û pêl tetikê jî kir, bi ya dozgerê delîl nîne ku nîşan bide wî bi qest gule reşandine. Dozgerê xwest tenê salekê polês ji wezîfeyê bê dûrxistin.

Heman dozgerê ji bo şofêrê minîbusê û kesê ku bi qaçaxçîtiyê tê tohmetbarkirin, 7 sal û 10 sal cezayê hepsê xwest.

Parêzerê aliyê mudaxil li ber vê rabûn. Lê ji ber dirêjkirina îfade û parastinê, heyeta dadgehê biryara xwe neda û doz taloqî 10´ê Kanûnê kir.

BRUKSEL