Dewlet û miletê nijadperest

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 01:13

  • Nijadperestên Tirk ên ku ji Kurdî aciz bûn, êrişî karkerên Kurd kir. Polês li şûna mumkinkirina dermankirinê, pêşî îfadeya wan girt. Nijadperestên Tirk xwestin karkeran bikujin. Piştî ku karkerên birînên wan giran rehet bûn, karker wê vegerin Kurdistanê.

Nijadperestan careke din êriş bire ser karkerên çandiniyê yên Kurd. Gundiyên Tirk pêr ji ber ku bi Kurdî dipeyivîn, êriş bire ser karkerên Kurd ên ku ji bo çinînê li Afyonê bûn. Bi ser de jî polêsên Tirk li şûna bihêle birîndar bên dermankirin, pêşî îfadeya birîndaran girtiye.

Karkerên Kurd ên li Afyonê karên demsalî yên çandiniyê dikin, pêr li bajarokê Dereçîne yê navçeya Sultandagi ya ser bi Afyonê bûn. Gava ku bi Kurdî peyivî bûn, xelkê deverê yê nijadperest êrişî wan kiribû. Di êrişê de 7 karkerên Kurd birîndar bûbûn. Ji 7 karkerên birîndar, 5 rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sultandagiyê. Ji van karkeran Îsmaîl ê 18 salî û Îremnûr a 17 salî û pismamê wan Alî Tan, ê ku birîndar bûbûn, ji ber zêde verîşiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê.

Piştî muayineyê derket holê ku ji ber lêdanê Îsmaîl û Alî Tan birîndar bûne û gelek zirar li gurçikên wan bûye. Birîndaran diyar kir ku beyî bên dermankirin, ew birine midûriyeta polêsan û îfadeyên wan girtine.

Nijadperestiya sîstematîk

Pismamê kesên nijadperestên Tirk êrişî wan kir, Nûrûllah Aba gotm "Ji karkeran Îsmaîl Tan û pismamê wî Alî Tan çûn berber. Keya ji wan re dibêje, têkevin dorê. Her du ciwan jî dikevin dorê. Lê kî tê pêşiya wan tiraş dibe. Du saetan disekinin. Her du ciwan jî dipirsin, çima dora wan didin hin kesên din. Gava wisa dibêjin, ji wan re dibêjin 'hûn terorîst in, hûn bi Kurdî diaxivin' û êrişî wan dikin." 

Ji bo kuştinê dibin daristanê

Nûrûllah Aba di dewamê de dibêje, "Îsmaîl Tan, dixin hundirê wesayîtekê û wî dibin nav daristanê. Lê dixin û dîmenên wî digirin. Milê Îsmaîl Tan şikestiye. Alî Tan jî, ji nav lepên wan direve. Gava malbat tên, bûyer mezin dibe. Li vir bi daran li 7 kesan dixin û di nava wan de  2 jin jî hene. Rewşa birîndaran xedar e."

Karker beriya bi 25 rojan ji bo karê nav erdan çûbûn Afyonê. Dayika Îsmaîl Tan ê birîndar, Azîze Tan anî ziman ku piştî zarokên wan ji nexweşxaneyê derkevin ew dê vegerin Amedê.

 

Xwestin kurê min bikujin

Dayika Îsmaîl Tan ê di êrişê de birîndar bûyî, Azîze Tan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nerazîbûn nîşanî êrişkaran da. Azîze Tan got: “Kurê min birin daristanê û gotin, ‘Em ê te bikujin. Ben bînin em ê wî bi dar ve bikin’ û gefa kuştinê lê xwarin. Xwestin kurê min bikujin.”

 

Êrişên nijadperestên Tirk

Li gorî daneyên di rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya ji bo sala 2020´an, di 11 mehên pêşî yên sala 2020´an de li Tirkiyeyê "Li dijî Kurdan 9 êrişên cihê yên nijadperest pêk hatin û di encama wan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn." 
Piştî hin êrişna lêpirsîn dest pê bike jî, ev lêpirsîn venaguherin dozê û bê takîb tên hiştin. Heger doz vebe jî, ev doz weke bûyerên edlî tên nîşandan.
Li gorî Komeleya Hiqûqzanên ji bo Azadiyê, li Tirkiyeyê heta niha ji ber "sûcê gotara kînê", "Nijadperstî" û "Cudakeriyê" hîç doz nehatine vekirin. 

 

Êrişî Kurdan û Kurdî dikin

* Li Enqere Etimesgutê Barış Çakan ê 20 salî ji ber ku li muzîka Kurdî dihisand, sê kesan bi kêrê êrişî wî kir û ew qetil kirin.  
* Îsmet Tuna, li Kocaeliyê di otobosê de gava bi dayika xwe re bi telefonê bi Kurdî dipeyivî, muawinê otobosê êrişî wî kir.
* Li Edenê, Firat Polat di dema eskeriya mecbûrî de stranek bi kurdî got û dîmenên wê parvekirin. Ji ber vê kete ber lêpirsînê.
* Mehmet Nurî Deniz ji bo alîkariya civakî çû qeymeqamiya Şişliyê. Li vir wezîfedaran lêxist û gotinên nijadperest jê re gotin. 
* Dogan Çetin ê li Edîrneyê eskeriya mecbûrî dikir, ji ber ku perwerdeya bi Kurdî parast, 2 eskeran êrişî wî kir. Ji ber ku fermandar êrişkar parastin û mioameleya xirab pê re kir, wî giliyê wî kir.
*  Muxtarê ku xwest ji karkerên Dêrikî yên ji bo karê li daristanê çûbûn Yozgatê, pereyên hatina deverê bistîne, kir ku komek nijadperest êrişî wan bike. 
* Karbidest û gundiyên li Sakaryayê êrişî 16 karkerên jin û mêr ên bindeqan ên ji Stewrê kirin. Tevî ku karkeran giliyê êrişkaran kir jî dozgerê dewleta Tirk, gundiyên xwe yên nijadperest parastin û doz venekir.
* Li navçeya Konyayê Meramê, li taxa Bahçeşehirê qederê 60 Tirkên nijadperest êrişî malbateke Kurd kir. Di êrişê de xwîn çû ser mejiyê Metin Dedeogulları û maliyên din jî bi giranî birîndar bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.