Şandeya DBP’ê û HDP’ê li navçeya Bazarcixê lêkolîn kirin û çû serdana gel. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got, welatî bi hewldanên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixin û wiha bi ser ve zêde kir: “Dewlet di bin kavilan de maye.”
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Fatma Kurtulan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zeynel Ozen, Mahmut Togrul û Murat Sarisaç weke şandeyekê çûn navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya ser bi Mereşê. Şandeyê li navçeyê lêkolîn kirin. Şandeya DBP û HDP'ê çû serdana mexdûrên erdhejê yên di konan de û li gilî û gazinên welatiyan guhdarî kir. Şandeyê piştî lêkolîn û serdanan li meydana ku bûye kavil, daxuyanî da.
Mirov di bin kavilan de ne
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got, “Va ye em li vir dibînin, hema bêje li Bazarcixê avahî hemû hilweşiyane û di wan de xesar çêbûye. Hê jî însan di bin kavilan de ne. Li hin deverên navçeyê hê jî xebatek nehatiye destpêkirin. Xelk dibêje, ‘dewlet li ku ye?’ Di nava van 36 saetan de xebatek hewce nehatiye kirin. Di kêliyên ewilî de heke mudaxeleyek bihata kirin, dibe ku gelek mirov bi saxî bihatana derxistin. Lê ev nehatiye kirin. Divê nav xirbeyên li pişt me de jî mirov hene. Ez dixwazim vê eşkere bibêjim, dewlet di erdhejê de di bin kavilan de maye.”
MA/MEREŞ