Dev ji bazirganiya li ser Kurdan berdin!

Nûçeyên Cîhan

În 8 Tîrmeh 2022 - 21:27

"Dev ji bazirganî û hesabên li ser gelê Kurd berdin."

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ku li Parlamenta Fransayê tê temsîlkirin, daxuyaniyek da derheqa bazirganiya li ser Kurdan di civîna NATO'yê de. PCF'ê ev hişyarî da: "Dev ji bazirganî û hesabên li ser gelê Kurd berdin."

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya înternetê de diyar kir ku di civîna NATO'yê de "tawîzên ku ji rejîma Tirk re hatin dayîn reaksiyonên mezin çêkiriye."

PCF'ê nerazîbûn nîşanî danûstandina rakirina vetoya Tirkiyeyê ya li ser endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê da û got, "Zilmkarê Enqereyê her kesê ku şîdeta wî ya despotîk red dike weke 'terorîst' bi nav dike û serokên Ewrûpayê jî berdewamiya vê xeyalê dikin."

PCF'ê ragihand ku îstîxbaratên Tirk çawan ku di sala 2013’an de li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetil kir, ji kuştina mîlîtanên Kurd dudilî nabin û got, “Ev îspata wê yekê ye ku NATO mafên gelan û bi taybetî jî Kurdan ku di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevalbendê me ne, biçûk dinirxîne.”

PCF'ê rakirina ambargoya çekan a Fînlandiya û Swêdê ya li ser Tirkiyeyê, her wiha gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hefteyên dawî de bi bîr xist.

PCF'ê got, “Bi çavê Ewrûpayê li Ukraynayê, R.T. Erdogan dixwaze vê firsendê bi kar bîne û di bin bêdengiya medyayê de sûcên nû bike.”

PCF'ê da zanîn ku hikûmeta Emmanuel Macron li Fransayê jî, mîna paytextên din ên Ewropayê, "bi awayekî dramatîk bêdeng maye" û wiha got: “Pêwîste Yekîtiya Ewropa dengê xwe bide bihîstin û li dijî her êrîşeke nû ya Tirkiyê derkeve.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.