Destûra dermanan nadin
Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:15
- Endamên Firqeya 4`an ên ku dor li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtine, nahêlin derman jî bikevin taxan.
Endamên Firqeya 4`an ên ku dor li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtine, nahêlin derman jî bikevin taxan.
Binpêkirinên endamên Firqeya 4`an a hêzên hikûmeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dewam dikin. 8 roj e ku ambargo li ser taxan heye û nahêlin derman jî bikevin her du taxan.
Beriya vê ambargoyê jî nedihiştin ard û xwarin bikeve Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Berpirsên Yekîtiya Dermanfiroşan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gotin, ev 8 roj e derman derbasî her du taxan bibin.
Dermanfiroşan bal bire ser xetereya nemana dermanan, nexasim ji bo nexweşên dil, şekir, tansiyonê. Dermanfiroş L.A. got nahêlin şîrketên dermanan bikevin her du taxan: “Heger heta 10 rojan derman nekevin taxan, dermanxane wê vala bibin."
Ji 13`ê Adarê ve endamên Firqeya 4`an a rejîmê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine ku zêdetirî 200 hezar kesî lê ne.
ANHA/HELEB