• Jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek welatên Ewrûpayê û li paytexta Awustralyayê Melbournê daketin meydanan, panel, çalakî û şahî li dar xistin.

Jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek welatên Ewrûpayê û li paytexta Awustralyayê Melbournê daketin meydanan, panel, çalakî û şahî li dar xistin. Çalakî li Parîs, Strasbourg, Koln, Rotterdam, Duisburg û Melbournê hebûn.

PARÎS: Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), jinên Kurd li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin ba hev. Li NCDK´ê pêşangeha xêz û rengên Asli Filiz dewam dike. Di dewama çalakiyên ji bo 8´ê Adarê de li NCDK´ê şahiyek jî hat lidarxistin. Di şahiyê de jineke ciwan a Tamîlî bi reqsa gelêrî derket li ser dikê. Piştî axaftinan, Meral Akan bi awaz û tembûra xwe derket li ser dikê û ji jinan re stranên gelêrî gotin. Akan bi stranan dilê jinan xweş kir. Piştî stran û coşa jinan, şanoger Kewê bi lîstikeke şanoyê derket ser dikê. Îro jî jin wê li ber Gare Du Nordê bicivin û çalakiyê li dar bixin.

STRASBOURG: Livî bajarê Fransayê jî bi boneya 8’ê Adarê, meşek bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Zîn bi tevlîbûna sedan jinan ji meydana Kleber heta bi meydana Republique dest pê kir. Jinên femînîst û şoreşger ên li Strasbourgê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "La femme, la vie, la liberte" hatin gotin. Di heman demê de jinan name şandin ji jinên di girtîgehên Tirkiyeyê de girtî re.

DUISBURG: Li bajarê Elmanyayê Duisburgê jî jinan bi boneya 8’ê Adarê nameyên piştgiriyê şandin ji jinên girtî re yên di girtîgehên dewleta Tirk de.

KOLN: Li bajarê Elmanyayê Kolnê jî bi heman armancê endamên Meclîsa Jinan a Viyan ji jinên girtî re kart û name şandin.

ROTTERDAM: Tevgera Jinên Kurd a Holandayê û Komîteya 8'ê Adarê ya Rotterdam di çarçoveya 8’ê Adarê de meş û mîtîng li dar xist. Di meşê de gelek jinên ji welatên cuda beşdar bûn. Meşa jinan li ber Stasyona Navendî Rotterdamê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ hatin gotin. Jin heta bi meydana Grotekerkpleinê meşiyan, û mîtîng li dar xistin. Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê hate xwendin û hat gotin, “Weke TJK-E em di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm, qirkirin û mêhtingeriyê de bi rêxistinbûna xweser, xweparastin, hişmendiya azadiyê û sîstema demokratîk a şoreşger bawer dikin. Rêberê me Abdullah Ocalan, li hemberî mantiqê pergala baviksalarî ya 'Destpêkê li jinan bixin' dibêje 'Destpêkê jinan azad bikin'."

Di mîtîngê de bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan hate şermezarkirin.

MELBOURNE: Jinên Kurd ên li paytexta Awustralyayê Melbournê, civînek li dar xist. Civîn li avahiya NAV-KURD'ê de hate lidarxsitin.

Aktivîsta jin Cennet Kahraman behsa dîroka 8'ê Adarê, zextên li ser jinên Kurd û têkoşîna azadiyê kir. Piştî axaftinan, li nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a li ser têkoşîna jinan hate temaşekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN