Destekariya dijîtal a fotografîk

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 00:58

  • Bi rêya teknolojiyê gelek şêwekar teknîkên nû diceribînin û di encama van teknîkên nû de hunerekî balkêş derdixin holê. Şêwekar Cizza Bernal jî hunerên resm û fotografan tevlîhev dike û bi teknîka ku jê re dibêje, “destekariya dijîtal a fotografîk” menzereyên Mexico Cityê şirove dike.

Paytexta Meksîkayê, Mexico City van salên dawiyê, zêde pûpûler e. Xelk diçin serdana bajêr û avahiyên mezin û bi îhtişam ên ku ji dema mêhtingeriyê mane, bala xelkê dikşînin. Van avahiyan bala hunermend Cizza Bernal jî biriye ser xwe û wî jî ji menzereyên Mexico Cityê îlham girtiye. Cizza Bernal bi kameraya xwe wêneyên hin avahiyên ku weke sembol tên qebûlkirin, girtine û bi awayekî dijîtal li ser van wêneyan, resmên Van Gogh bi cih kirine. Wî ev resmên Van Gogh, bi awayekî dijîtal xêz kirine û menzereyên Mexico City bi nihêrîneke cuda şirove kirine. Wî asîmanê Mexico Cityê bi stêrk, heyv û rojên ku Van Gogh xêz kiribûn, ji nû ve xemilandine.

Şêwekariyê kompozisyon fêrî min kir

Cizza Bernalî di xebatên xwe yên hunerî de du tişt anîne gel hev: fotograf û resm. Ev yek hunerekî têkilhev ê modern pêk tîne. Yanî ew her du huneran bi hev du re dinirxîne û ji bo karên xwe dibêje, “Min gelek replîkayên şêwekarên împresyonîst çêkirine. Lê paşê wênegiriyê bala min bire ser xwe û ez têgihîştim ku bi saya şêwekariyê, ez hay ji her rêgezên kompozisyonê yê wênegiriyê heme. Yanî çawa ku ji mêj ve min wêne girtibin, wiha li min hat. Lê dîsa jî fotografên ku min digirtin, ez tetmîn nedikirim.” 

Cizza Bernalî ji bo di vî warî de bi temamî tetmîn û razî bibe, teknîka ku jê re dibêje, “destekariya dijîtal a fotografîk” kifş dike û bi vî awayî van wêneyên xwe çêdike.

Ronahî û menzere motîvasyonê çêdikin

Di fotograf-resmên wî de asîman cihê herî girîng e. Cizza Bernal, asîman weke tabloyekê dixemilîne. Ew avahiyên weke “Palacio de Bellas Artes”, “Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê” û “Torre Latinoiamericano” bi nihêrîneke cuda nîşanî xelkê dide û dibêje, bajarê Mexico Cityê ji bo hunerê min îlham û çavkaniyeke bê dawî ye. 

Cizza Bernalî got; “Xwezî min karîbûya fotografên Mexico Cityê ên ku min ew girtine, hemûyan nîşanî xelkê bidaya. Her cara ez ji bo wênegirtinê derdikevim derve, li vî bajarî tiştekî nû kifş dikim. Ronahî, hewa, menzere û motîvasyona min her roj diguhere û tişta ku vî bajarî li ber dilê min şîrintir dike jî ev guherîna wê ye.”

Serpêhatiya Van Gogh îlhamê dide wî

Cizza Bernal weke gelek şêwakarên vî zemanî, di nav şêwekaran de herî zêde ji Van Gogh hez dike û di bin tesîra tabloyên wî de maye. Ew hezkirina xwe ya ji bo Van Gogh wiha tîne ziman; “Her tişta ku bi Van Gogh re elaqedar e, îlhamê dide min. Nexasim jî derbên firçeyên wî yên li asîman ku di tabloyên wî de xwedî hêzeke taybet ên bêhempa ne. Ez ji serpêhatiya wî gelekî îlhamê werdigirim û bi saya vê îlhamê van fotograf-resmên xwe çêdikim. Bi vî awayî ez wî hunerê wî yê xweşik jî bi bîr tînim.”

MEXICO CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.