Destê dagirkeran girtin û anîn

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 01:05

Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya aliyên siyasî yên Herêmê û Iraqê de, çalakvan û rojnamevan Kanî Elî û çalakvana siyasî Şeyda Merûf axivîn. Çalakvan û rojnamevan Kanî Elî got:“Mixabin di dema borî de me dît ku artêşa Tirk bi awayek berfireh û bi eşkere li pêş çavên cîhan û kamerayan li nava xaka Başûrê Kurdistanê de tevdigerin. Bendên kontrolê danîne û lêpirsînê li gel xelkê de dikin. Sedemê vê çendê jî desthilat û aliyên siyasî ne ku hevkarê dewleta Tirk in.”

Rojnamevan û çalakvan Kanî Elî diyarkir ku wê dagirkeriya li ser Başûr bi Dihok û Zaxoyê ve sinordar nemîne û wê tevayî Başûrê Kurdistanê bigre nava xwe û got:“Mixabin niha Herêma Kurdistanê di valatiyek siyasî û nebûna parlementoyê de ye. Ev jî di bin sedem tevayî Herêma Kurdistanê were dagirkirin. Wê artêşa Tirk hîn zêdetir derbasî nav xaka Herêmê bibe, sedema vê çendê jî valatiya siyasî û nebûna yekdengiya aliyên siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Yanî hikûmet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê sedemê vê dagirkeriya dewleta Tirk e. Bi xwe destê dagirkeran girtine û ji wan re dibêjin fermo werin û dagir bikin.” Çalakvana siyasî û Endama Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê ya Silêmaniyê Şeyda Merûf jî îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr kir û got:“Ji berê de hertim dijminên Kurdan hene û ji hemû aliyan de êrişî ser Kurdan kirine. Di beramber de jî xelkê Başûr ji aliyên siyasî bê hêviye ku ew li beramberî êriş û dagirkeriyê rabin. Ji dagirkerî û kiryarên nerewa yên li beramberî gelê Kurd tê kirin re êdî bese.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.