Destaneke dîrokî heye

Çarşem 8 Çile 2025 - 02:45

Çîçek Zagros yek ji fermandarên YPJ’ê ye ku li eniya Qereqozaxê cihê xwe digre. Çîçek Zagros diyar ku êrîşên ji 28’ê Mijdara 2024’an ve destpê kirine û heta niha li ser herêmê didomin, di konsepteke taybet û plankirî de tên pêkanîn û got: “Ev êrîş bi armanca dest avêtina destkeftiyên gel û şoreşa Rojava tên kirin. Hedefa esas a van êrîşan, vîna gelê herêmê ye. Bi van êrîşan dixwazin gelê me bitirsînin da ku gelê me terka cîh û warên xwe bikin. Ji ber ku di destpêke de sîvîl tên hedef girtin. Bi vî awayî şerekî qirej û dijî ehlaqê, dimeşînin ku şerekî deryasayî ye.” Çîçek Zagros diyar kir ku şerê tê meşandin ne cara yekem e ku li hemberî gelê herêmê tê meşandin û got:“Çawa ku li Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi awayekî  dijwar êrîş kirin, çekên qedexekirî bikar anîn. Li hemberî van êrîşan sekna hêzên leşkerî ya YPJ, QSD û YPG’ê pêk hat û hemû hêzan bi awayekî çalak bersiva êrîşên dagirkeriyê dan.”

Çete direvin

Çîçek Zagros da zanîn ku ne çete tên bikaranîn û ne jî êrîşa ji bejahî mijara gotinê ye û sedema wê wiha anî ziman:“Ji ber ku di leşkerên dewleta Tirk de wêrekiya ku ji bêjahî êrîş bikin tuneye. Du caran di eniyên Qereqozaxê de hewldanên êrîşê yên ji aliyê dewleta Tirk ve di bejahî de çêbûn. Lê bi berxwedaniya şervanên azadiyê yên YPJ, û QSD’ê, ev hewldana dagirkeriyê hat şikandin. Şervanan bi rihekî fedayî bersiva êrîşan dan, ev yek bi dîmenan jî hat îspatkirin û reva çeteyan hat belgekirin.’’

Serketina Kobanê zindî bû

Çîçek Zagros diyar kir ku gelek berdêlên giranbûha jî dane, şervan bi baweriya ku ji gelê xwe girtine li hemberî êrîşan sekînine û got:“Niha berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin û pêşengiya wê jî ciwanên herêmê dikin. Hêzên leşkerî bi ruhê tolhildanê di eniyan de cihê xwe digrin, ev sekin mirovan heyran dihêle. Ev berxwedanî destanek e, dîrokek e. Ev sekna şervanan cardin serkeftina Kobanê zîndî kir.”

Em bi hêza xwe bawer in

Çîçek Zagros da zanîn ku hedefa wan, nedayîna derfeta jiyanê ya ji bo dijmin e û got:“Têkoşîn, armanc  û hebûna me li ser vê esasê ye. Emê tola şehîdên xwe rakin. Emê bi hêza YPJ’ê dagirkeriyê li ser axa xwe têk bibin. Di vî şerî de an wê dewleta Tirk li vir tune bibe an jî wê li ser axa me derfetê jiyanê nebînin. Bi rihê fedayî emê heta dawî li hemberî çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna xwe bilind bikin. Em sala nû cardin li Rêber Apo, tevahî hevalên ku di eniyan de liber xwe didin, gelê xwe,  pîroz dikin. Ger dijmin bi çeka xwe bawer e, em jî bi gel û hêza xwe ya cewherî bawer in.”

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.