Destanek kurdewarî: Fermandar Zîn Jînda

Çarşem 5 Adar 2025 - 03:00

  • Fermandar Zîn Jînda ya welatperwerî xistiye biryara jiyana mezin, vê yekê bi perwerdeyê re kiriye yek û bi fermandariya pêşeng re herikandiye nav jiyanê, di dilê hemû şervanên xwe de cîhê xwe bi dildarî hiştiye.

Zîn navê karektera destanek Kurdewarî ya ku bi bedewî û serhildêriya xwe nasyar e, di nava jinên Kurd de wisa qedirbilind e ku heta niha jî jinên Cizîra Botanê şîna wê digirin. Dema Jînda ya ku jiyanê ji nû ve diafirîne Zînê li ser zêde dike û dibe Zîn Jînda, ev navê bi zanebûn hatiye bijartin gelo wê kesayetek çawan ava bike, bawerim tê texmînkirin.

Rêwîtiya Keça Botanê 

Keça Botani ya serhildêr, ji demarê xwe yê jinên Botanê yên bi cesaret û hezkirina xwe ya axê tên nasîn, xwîn girtiye. Zîn dema tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  dibe, biryar dide ku li her devera jin lê zoriyê bibîne wê ji bo azadiya wan şer bike. Ji perwerdeyên destpêka tevlîbûnê û şûn ve di gelek qadan de têkoşîn dimeşîne. Piştî azadiya Şengalê bi yekîneya xwe ya ji şervanên YPJ’ê pêk tên re ji bo parastina jinên Êzidî berê xwe dide yek ji cihê kokên mirovahiyê jîndar dike berpesarên çiyayê Şengalê yê ku di berê de cîranê wana ye lê bi sînorên desthilatan ji bajarê ku lê jiyan kirî veqetandine. Ew êdî şervanek şerker a ku sînoran derbas dike û tirsê dike dilê çeteyan e. Destpêka sala 2018’an piştî  xebata Şengalê dema bi yekîneya xwe re vedigere Rojava, vê carê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşan li ser Efrînê zêde dike. Di berxwedana Serdemê ya ku 58 rojan dewam kir de jî, bi cesaretek mezin cihê xwe di pêş de digire.  

Di şoreşê de gelek tecrûbeyan digire 

Bi beşdarbûna van eniyên berxwedanê û pêngavên ku hatin lidarxistin, hêza xwe zêdetir nas kir û xwest li gorî wê hêzê tevlî bibe. Di qada şoreşê de gelek tecrûbeyan digire, bi taybetî ji ber ku bala wê li ser şerê gelê şoreşgeriye bêhtir di qada şer de bipêş dikeve. Bi tecrubeyên xwe, dibe yek ji Fermandarên YPJ’ê û dixwaze di qadên leşkerî de bibe xwedî kesayetek şer dike xweşik dibe, xweşik dibe azad dibe, azad dibe tê hezkirin. Li ser vê felsefeya jina şerker vê carê jî ji bo hînbûna biranşan dikeve nav lêhûrbûnê. Li ser hezkirina xwe ya di lêgerîna felckirina dagirkerên welatê xwe de, perwerdeya biranşa Sebotajê dibîne. Di hemû detayên vê biranşê de pispor dibe. Hemû mebesta wê ya pêşketina vê biranşê ew e ku derbên giran li dagirkerên welatê xwe bixe.

Di sala 2019'an de dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî destpê dike, fermandar Zîn vê carê jî di berxwedana Rûmetê de cîh digre. 

Ferq nedixist nav hevrêyên xwe 

Fermandar Zîn Jînda bi hevaltiya xwe ya germ û dilê xwe yê mezin hemû hevreyên xwe li dora xwe dicivand û bi rengekî xwezayî hemû hevalên li dora xwe perwerde dikir. Hemû heval ji tarzê fermandariya wê û hevaltiya wê razî bûn. Ji ber ku tu car ferq û cudahî nedikir nav hevreyên xwe. 

Helbestvaniya bi hestên şoreşgeriyê

Ew jinek şoreşger a ku pênûsa wê temsîla kesayetiya wê dikir. Ji ber wê ye her kêliya jiyana xwe bi helbestan dadigirt û wate lê bar dikir. Pênûsa wê çeka wê ya yekemîn bû, bi wê çekê hemû hestên xwe yên paqij, hevaltiya xwe ya dirust û girêdana xwe ya axê temsîl dikir û nîşan dida.

Yek ji helbestên wê yên ku temsîla hezkirina wê axê dike û wiha ye: ''

Vaye ez giham

Di nava rûpelan de li rojên berê vegeriyam,

Bi zanistê re pijiyam,

Bi nivîsê re firiyam

Bi xelkê re bi xwe hesiyam,

Gotin ev e rojên mirad û hêviyan

Bi rojê re heliyam,

Di xwînê de herikîm

Bi gulê re vebûm,

Bi heyvê re meşiyam,

Li navê te ez geriyam

Gotin Kurdistan e…”

Fermandar Zîn di hemû kêliyên jiyana xwe de hevaltiya xwe gîhandibû asta herî tê hezkirin. Ew hem mamosteya jiyanê bû hem jî fermandarek leşkerî ya hevreyên xwe bû. Ev yek dihişt ku bibe jineke ji xwe bawer a ku dikare di hemû cengan de rol bigire. 

NÛJINHA/ÎSYAN HOGIR/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.