Dest ji darbekariyê berdin!
Şemî 11 Çile 2025 - 02:50
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin.” DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got:“Îktîdara AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên îktîdarê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Îktîdara ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.”
MA/NAVENDA NÛÇEYAN