Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Greva Giştî 3 rojan bi beşdariyeke xurt pêk hat. Xwepêşandan û çalakiyan jî ji Urmiye heta Tehranê dewam kir.

Pêr li bajarên weke Urmiye, Mehabad, Bokan, Şino, Serdeşt, Pîranşar, Seqiz, Bane, Merîwan, Kamyaran, Dîwandere, Dêwlan, Qurwe, Sine, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Kirmaşan, Dereşar, Şabad, Abdanan, Îlam û hinek bajar û bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî serketî bû. Rêjeyeke berbiçav a dikandaran dikan û bazarên xwe girtin û her wiha li dibistanan jî boykotê dewam kir.

Li bajarê Qurwe meşeke bêdeng hat kirin û danê êvarê li bajarên Seqiz, Merîwan û Sine ciwanan agir pê xist û rê li çûnûhatinê girt.

 

Humen Ebdulah şehîd kirin 

Li bajarê Sine di xwepêşandanê de hêzên dewletê êrişî xwepêşandanan kir û di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de ciwanekî bi navê Humen Ebdulah hat şehîd kirin.

Li gorî agahiyên dawî, rejîma Îranê ciwanê bi navê Mohsen Şekarî yê 23 salî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê bûye doh danê sibehê bi darve kiriye. Ajansên nêzikî dewleta Îranê ragihandîn ku ev darvekirin pêk hatiye.

Wekî din tirs heye ku rapvanê Kurd ê ji Rojhilat Saman Yasîn jî bê bidarvekirin. Hat zanîn ku ew birine hucreya yekkesî ya tecrîda beriya bidarvekirinê.    

Di 16’ê Îlonê de li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, xwepêşandan û çalakiyên cur bi cur ên girseyî destpêkiribûn, ev 3 meh in, êdî ev çalakî veguherîn raperîneke ji bo şoreşê û hîna dewam dikin. Di encama xwepêşandanan de heta niha bi sedan kes bi guleyên rasterast yên hêzên dewleta Îranê hatine qetilkirin û birîndarkirin, bi hezaran kes hatine girtin ku bi sedan kes hîna bi aqûbeta wan nayê zanîn. Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan bêhtirî 450 kesî di xwepêşandanan de şehîd bûne û ji van 122 Kurd in.

Her wiha gelek ji xwepêşanderên ku hatîn girtin bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne; heta niha cezayê bidarvekirinê li herî kêm 11 xwepêşanderan hatiye birrîn.

NAVENDA NÛÇEYAN