- Komeleya Mala Kurdan a li bajarê Elmanyayê Kolnê, kursa zimanê Kurdî da destpêkirin.
Komeleya Mala Kurdan a li bajarê Elmanyayê Kolnê, kursa zimanê Kurdî da destpêkirin.
Bi sivikbûna astengkirinên ji ber şewba Covîd-19’ê Komeleya Mala Kurdan dîsa dest bi xebatên çand, huner û ziman kir.
Amadekariyên ji bo kursa zimanê Kurdî qediyan. Qederê 20 kesan tevlî dersa pêşîn a ji bo Kurdî bûn. Di nava wan de ciwanên înternasyonalîst jî hebûn.
Komeleyê diyar kir ku kesên dixwazin xwe li kursê qeyd bikin, divê têkiliyê bi komeleyê re deynin.
ANF/KOLN