Dermanê şerê taybet berxwedan e

Sêşem 10 Îlon 2024 - 01:15

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş bi çarçoweya şerê taybet êrîşên li ser jin û ciwanan, êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî destnîşan kir, diyar kir jehrkuja wê berxwedan e. Saritaş her wiha got rêveberiya AKP-MHP’ê tundiyê li her qadê berbelav bikin û got li dijî êrîşan ew ê govenda Kurdan berfireh bikin.

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi bîr xist, diyar kir li bajarên Kurdistanê bi destê dewletê fihûş, narkotîk tê berbelavkirin ku ciwan û jin kirine hedefa xwe û got ew girîng dibînin ku ciwan û jin li bara van polîtîkayan hişyar bin.

hrkuja şerê taybet rêxistinî ye

Saritaş wiha domand:’’Polîtîkaya şerê taybet niha mîna tecrîdê li her qada jiyanê belav bûye û hewl tê dayin ku civak bê girtin, di tarîtiyê de bê hiştin. Bi narkotîk, fûhûş, sîxurkirin, asîmîlasyon û koçberkirina bi zorê re jin û ciwan ji civakê, ji jiyana rêxistinî û welatê xwe têne dûrxistin û berê wan didin jiyaneke sexte û şexsî.’’

Bi domdarî Saritaş giringiya têkoşînê ya dijî şerê taybet destnîşan kir û got,’’Bêguman têkoşîna herî xurt rêxistiniya me ya xweser e. Ji bo parastina hebûn, nasname û azadiya xwe divê em ji her demê bêhtir kedê bidin, têbikoşin. Jehrkuja polîtîkayên şerê taybet rêxistinî ye, em bi vê baş zanin û li her qadê jî qala vê dikin."

Tundiyê li her derê berbelav dikin

Derheqê êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî Saritaş wiha domand: ‘’Desthilatdarî hewl dide tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike. Hewl dide bi rêya rageşî, dijminatî, dijberî û nijadperestiyê vê yekê bike. Kurd, Ermen, Elewî, jin, ciwan, karker, kedkar, xwendekar, rêxistinîn pîşeyî yanî her kesên li ber vê yekê radibin bi salan e timî vê dixin rojevê. Yên ku destavêtin û destdirêjî ne xema wan e ji bo karibe mirovên govendê digerînin, yan jî jêbirina nivîsa 'Destpêkê peya' ya bi Kurdî peyda bikin, bi şev û roj dixebitin. Stran, dirûşm û govendan ji xwe re dikin hincet û diavêjin ser dawetan."

Em ê govendê geş bikin

Li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk Saritaş diyar kir rêbaza berxwedanê diyar e, ew ê ti qedexeyê nasnekin û got,’’Em ê govenda xwe hîn mezin bikin, hîn bêhtir bi zimanê xwe biaxivin, stranên xwe bi dengekî hîn bilindtir bistirên û xwedî li îradeya xwe derkevin.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.