Deriyên gendelî û talana xelkê

Duşem 9 Gulan 2022 - 21:33

  • “Hêzeke Ewlekariyê rojane bi wesayîtên taybet ên Wezareta Pêşmergeyan li her du deriyên ser sînor, seytereyê datînin û pere ji welatiyan werdigirin. Wesayîtên barghilgir jî bêyî ku gumrika xwe bidin, dikevin Hewlêrê dibin.”

Parlamenterê Herêma Kurdistanê, Karwan Gezneyî derbarê gendeliya li deriyên sînor ên Îbrahîm Xelîl û Hacî Omeran de, daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Hêzeke Ewlekariyê rojane bi wesayîtên taybet ên Wezareta Pêşmergeyan li her du deriyên ser sînor, seytereyê datînin û pere ji welatiyan werdigirin. Wesayîtên barghilgir jî bêyî ku gumrika xwe bidin, dikevin Hewlêrê dibin.”

Parlamenterê Parlamentoya Hewlêrê, Karwan Gezneyî derbarê gendeliya li deriyên sînor yên Îbrahîm Xelîl (bi Bakurê Kurdistanê re) û Hacî Omeran (Bi rojhilatê Kurdistanê re) tê kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Dahata her du deriyan çiqas e?

Gezneyî got, gelek caran wan diyar kiriye ku gelek dosyayên gendeliyê li Herêma Kurdistanê hene û ev dibe sedem ku dahata herêmê ne şefaf be, ev jî ji bo karmendên Herêma Kurdistanê, astengiyê çêdike. Gezneyî derbarê gendeliya li herêmê de dibêje; “Ev gendelî bi taybet li du cihan tê kirin. Bi dahata deriyên Hacî Omeran û Îbrahîm Xelîl nayê zanîn, ji bo wê, weke erkeke parlamenteriyê, min doza yasayî li ser berpirsên her du deriyên sînorî vekir. Gelek dosyayên gendeliyê yên rêxistinan jî li ser herdu deriyan heye.”

Parlamenter Gezneyî got ku rojane li deriyê Hacî Omeran gelek şîşên hêsin têne hawirdekirin, dahata gumrika van şîşan tenê bi milyonan dolar e, lê ti pereyek ji wan nayê standin û derî ji bo wan vekirî ye.

Kî li ber derî bacê distîne? 

Karwan Gezneyî destnîşan kir ku rojane Hêzeke Ewlekariyê bi wesayîtên taybet yên Wezareta Pêşmergeyan bacê ji welatian digrin û ev hêz gelek pirsgirêk ji bo deriyên sînor çêdikin. Gezneyî li ser heman hêza pêşmergeyan got; “Ev hêz li wan deriyên ser sînor, seytereyan didênin û ji bo welatiyan pirsgirêk derdixin. Pere ji wan werdigirin, me jî navê wan daye Desteya Destpakî û Dadgehê.

Rojane ji Îranê û Îmaratê 3 heya 7 wesayîtên tije yên barhilgir hawirdeyî Herêma Kurdistanê tê kirin. Gumrika her yekê ji wan 10 heya 15 hezar dolar e. Lê bêyî ku bac ji wan were girtin, têne nava Hewlêrê. Min li hemberî vê belge radestî Dadgehê û Desteya Destpakiyê kiriye. Ji ber ku dahata wan naçe nav xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Pere hene hikûmet mûçe nade

Gezneyî herî dawî got; “Niha buhayê neftê bûye 110 dolar, heger Hikûmeta Herêmê her bermêlekê bi 102 dolaran jî bifiroşe, ev rojane dike nêzî 48 milyon dolaran û ji bo hikûmetê dimîne. Dahata mehane jî dike milyarek û 444 milyon dolar. Lê tevî ku buhayê neftê zêde bûye, alîkariya hevpeymanan heye û 200 milyar dînar ji Bexdayê jî tê, mûçe di dema xwe de nayên dayîn.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.