Deriyê Salihiyê vebûye

Sêşem 26 Çile 2021 - 03:11

Vekirina deriyê Salihiyê yê li bakurê bajarê Dêrazorê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de, ji bo kontrolkirina ewlehiyê, pêşîgirtina derbasbûna şaneyên veşartî û madeyên qaçax ên ji derveyî herêmên Rêveberiyê, her wiha ji bo hêsankirina rêwîtiya sivîlan, gaveke girîng e. 

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê “Meclisa Sivîl a Dêrazorê” ragihand ku deriyê Salihiyê yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de, hatiye vekirin. Piştî ku nêzî salekê ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin, her wiha gelek caran hikumetê digirt.

Derî li aliyê bakur ê ketina bajarê Dêrazorê ye û 7 km dûrî navenda bajêr e. Ji sala 2008`an ve piştî ku hêzên hikumetê bi desteka Rûsya çemê Firatê derbas kir, deriyê Salihiyê wekî nuqteyeke rasthatinê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hikumeta Şamê de, tê hesibandin.  

Ev derî erdê tenê ye Dêrazorê ango herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên serweriya Şamê ve, girê dide.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ku li ser derî ne, derî heftane 3 rojan (şemî, duşem, çarşem) vekirî ye û rojane tenê 300 malbat dikarin derbas bin.
Li gorî kesên li ser derî ne, bi destpêkirina meha Sibatê re dibe ku derî ji bo bazirganiya di navbera her du aliyan de jî bê bikaranîn û wê rê bidin bazirgan û karsazan jî ku dergehê bi kar bînin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.