Deriyê Mîhrgeha Paganê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 6 Tebax 2021 - 09:15

Dostekî gotara min a li ser Mîhrgeha li berpalê çiyayê Zimzim „Qilbanî Kay“ xwendî, pirseke wiha ji min kir: „Gelo peyva ‘Mihrab’ a di mizgeftan de ji peyva „Mîrgehê“ hatiye girtin?“ Lêkolîneke min li ser vê mijarê heye. Kesê bixwaze dikane di malpera Amîdakurd de bixwîne. Belê îslaman ev peyv rasterast ji peyva „Mîhrgehê“ wergirtine, tenê paşgîna „ab /aba li peyva „Mîhr“ zêde kirine. Ango me pîroziya xwe li cih hîşt, xelkê ew pîrozî ji me girt, kir malê xwe, li pey jî bi şûr û serî jêkirinan, firotin me û me jî pê bawer kir. A „kula bêderman“ ev e. 
100 metre li rojhilatê keleha Paganê ji van Mîhrgehên pîroz yek heye û li pêş wê jî perestgeheke servekirî di nava zinaran de heye. Key Îşpûnî bi tevê kurê xwe Key Menuwa ev Mîhrgeha, derencên wê û perestgeha servekirî di zinêr de dane teraştin. Ev cih di hemêza zinaran de ye. Yanê dor wek diwarê xwezayî ye. Zinarê weke sehl pehn ê li pêş baxirê mezin ê ku lê deriyê Mîhrgehê heye, perestgeh, wekî perestgeha Girêsor /Milazgirê hatiye çehlkirin. Ev platforma di zinar de hatiye kolandin, ji bo çil kesî ye. Li rêya ji Kêrga/Ozalp tê diçe Kotûrê de ev cigeha pîroz û keleh bi zelalî tên xuyakirin. Ev rê wê serdemê rêya herî çalak bû. Ev „Mîhrgeh“ jî bi tevahî dişibe „Mîhrgeha“ li çiyayê Zimzimê /Wanê ya li hemberê Qilbanî Kay. Mîna ku heman hostayan ev amadekiribin. Her cara Key Îşpûnî bi tevê Key Menuwa di vir re diçûn Perestgeha herî pîroz ya li Muşaşîr /Ardinî (Geverê), li vir rawestiyane û ketine nava dîrokê.

Ev Mîhrgeh û cihê avadaniya pîroz ji roja avabûye ta îro ji pîroziya xwe ti tiştek wenda nekiriye. Li gel agahiyên dema Sasaniyan, mîrîtiya Ermeniyan, mîrê Xoşabê, her wiha îro jî hê pîroz e. Ji aliyê gel ve tê gotin ku hê hetanê salên çilî (1940) jî, mirovên heremê ev der ziyaret kirine, û pez gorî kirine. Mixabin ku leşkerên Tirkan li ser zinar û deriyê Mîrgehê navên xwe xêzkirine, hinan jî bi boyaxê nivîsîne. Ev jî tahrîbeteke mezin e.

Ev Mîrgeha Paganê bi qasî 1,30 metre di zinar de kûr hatiye kolandin, dor wê çalahiyê jî bi qasê 10 cm. kûr kirine ku ava baranê nekeve Mîhrgehê.

Çerçoveya Mîhrgehê ya aliyê der bi berahiya 5, 20 x 2,40 metre, çarçoveya nîvekê 4, 80 x 1,80 metre, çarçoveya navbera perwazên derî jî 4, 60 x 1, 20 metre ye. Li ber şêmûga mîhrgehê jî kevirkî wekî kûrsî hatiye amadekirin. Dibe ji bo Key Îşpûnî be. Li ser derî bi nivîsê mixî ev hevokên li jêr hatine nivîsandin:
1. „Kurê Sardûr Îşpûnî û kurê Îşpûnî Menuwa ji bo xweda Xaldî ev perestgeha „Su-sî`sî“ ava kir.“
2. „Ez kurê Sardûr key Îşpûnî, bi mezinahiya xweda Xaldî yê pîroz, serwer û keyê herî bi hêz yê welatê Bîanîlî me.“
3. „Wî (Îşpûnî) rêziknameyeke xwerû ji bo gorîkirina ajalan amade kir. Pezek wek parçeyek piçûk yan jî conegayek ji bo Xweda Xaldî tê gorîkirin. Ji bo Uarubanî (Hevjîna Xaldî) pezek, ji bo „K“ (Mîhrgeh û tevahiya cihê pîroz) pezek û pezek jî ji bo çekdaran tê gorîkirin.“

Di vê nîvîsê de em dibînin ku navên du keyên Xaldiyan derbas dibe. Yek bav yek jî law e. Ev her wiha di levhayên li Kelehaşîn û ya Kalatgehê de jî xuya dike. Lema arkeolog û dîrokzan di wê baweriyê de ne ku Îşpûnî ji ber mezinahiya salê xwe kurê xwe Menuwa ji bo serweriyê bi vî awayî amade kiriye. Ev azîn amadekirina keyê cihgir di serwerî û dînastiyên din de xuya nake. Ji wê jî mirov dikane bêje ev jî taybetiyek serweriya Xaldiyan e.

7 metre li çepê deriyê Mîhrgehê li ser berahiya rojhilat û rojava cihê sê stûnan di zinarekî bi awayê mêzîna avê rastkirî de hatiye kolan berahiya wan 0, 30 x 0, 20 x 0, 20 metreyî ye. Çend mêtre li jêrê wan cihên stunan vê carê jî li ser berahiya bakûr-başûr bi heman pîvanan cihê stûnan hatiye kolan. Lê li hawîr dor nîşaneya stûnên kevirîn tine. Arkeologan pê dernexistine ku ka ev çalên stûnan ji bo çi ne! Ji bo siwan, konên ji baranê parastinê ne, çi ne?

Li herêmê çend çavkaniyên xwezayî hene, lê dîsa jî du sê cihên nîşaneya sarincan hene, her wiha hin şikeftên çêkirî yê di bin keleha Paganê de jî xuya dikin. Di berojê kelehê de paşmayiyên sewkiyan jî hene. Tişta herî balkêş jî li başûr û başûrêrojava cihê pîroz ku li Muşaşîr /Ardinî (Geverê) dinêre, li ser hin zinarên saxsî di rengê çalavan de kûrahî hene, ev awa çelahiyana di zinaran de li ba Xatî /Hîtîtan jî hebû û ji bo pez gorîkirinan, hatibûnbikaranîn, wê xwîna goriyan wek alaveke kultê bi kar dihanîn. Dibe li ser van çalahiyên zinaran pez hatibin gorîkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.