Dêrik hêşîn dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:50

Di çarçoveya xebatên avakirina hawirdoreke hêşîn de, li Dêrikê 700 dar hatin çandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêka buharê re komîteyên jîngehê ji bo zêdekirina qadên şînkahiyê xebatên xwe didomînin.  Beşa Park û Jîngehê ya Şaredariya Gel a Bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê ji destpêka buharê ve 700 şitlên darên merxan (cureyeke dara çamê) çandin. Ji 700 şitlên daran 600 li devera geştiyarê ya Sed Bûrza, 100 jî li gundê Girê Kera hatin çandin. Ekîbên şaredariyê li peyare û parkên giştî yên Dêrikê jî xebatên kesixandinê didomînin. Bi armanca parastina xwezayê, li kantonên Tebqa, Cizîr, Reqa û Firatê ji destpêka buharê ve bi sedan dar hatin çandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.