Derî li Mîtaniyan vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Tebax 2022 - 22:00

  • Ava û stîla avakirina qesr, depoyê û herêma pîşesaziyê jî hema hema weke hev e. Li herêma pîşesaziyê firinên ji bo helandina qîrê hatine bikaranîn, hene. Li cihekî din jî pûlên metal ên ji bo zirxên şervanan dihatin çêkirin. Ev kar hemû ji qesrê ve dihatin birêvebirin û diyar e ku bajar hiyerarşîk hatibû organîzekirin. 

Bihara par, piştî ku ava gola bendava Mûsilê kêm bû, devereke dîrokî derkete ser rûyê erdê: Zaxîkû! 
Pêşî arkeolog Ivana Puljiz a li Freiburgê dîwarên ketî yên ji kevirên kerpîçê bi rêya dîmenên satelîtê dîtin. Wê di cih de xeber da arkeologê li Zanîngeha Tubingenê Peter Pfaelzner û arkeologê Kurd ê li Başûr Hesen Qasim.

Hesen Qasim bi lez berê xwe dide Kemûnê û li wir tesbît dike ku bi rastî jî kevirên kerpîçî yên dîwarekî ketî li deverê hene. Ji hingê ve yanî ji serê salê ve kolana erdê dewam dike. Bajarekî ji serdema Mîtaniyan maye, hêdî hêdî ji binê erdê tê derxistin. 

Bajarê Zaxîkû ji muhimtirîn û mezintirîn bajarên şaristaniya Mîtaniyan bû. Li ser 7 hektar erd hatibû avakirin û dora wê bi sûrekê hatibû girtin. Lê qesreke meliktiyê jî heye.

Peter Pfaelzner û Ivana Puljiz komeke arkeologan a kolana erdê a ji 10 kesan anîn cem hev û berê xwe dan deverê. Li cihê cihê jî Hesen Qasim bi tîmeke 50 karkeran amade bû. Du mehan wan kolana erdê dewam kir û tiştên hatine dîtin jî belge kirin. Wan dilezand ji ber ku bi biharê re, dawiya Adarê ava gola bendavê hêdî hêdî dîsa da ser deverê.  

Hêzeke mezin weke Babîl û Misrê

Esas bajar niha hatibe dîtin jî, qesra bajêr a li ser 600 metreyên bi çarçik û dîwarên wê yên mezin sala 2018´an hatibûn dîtin û kolan lê hatibûn kirin. Hingê li ser dîwarên ku bi kîlê ser wan hatibû girtin, wêneyên rengandî hatibûn dîtin.  

Çanda şaristaniya Mîtaniyan têra xwe bi sir û raz e. Ji ber wê ev kolan gelekî muhim bû. Ew di nîvê  hezarsala duyem a beriya mîladê de tevî Hîtît, Babîl û Misrê hêza çarem bû li Rojhilata Navîn. Ji van şaristaniyan ya herî kêm lê hatiye kolan Mîtanî ne. Împaretoriya wan ji 1550´î heta 1350 beriya mîladê ji Derya Spî heta Başûrê Kurdistanê weke xetekê dirêj dibû û navendên wê yên sereke li Rojavayê Kurdistanê bûne.  

Vê kolana bi lez û bez dixwest ji bajarekî mezin ê împaretoriyê agahiyên berhev bike. Lewma heta îro tenê ji bajarên keviya împaretoriyê berhem û agahî hatibûn komkirin. Bi van agahiyan lêkoleran xwest zanibin ka bajarên Mîtaniyan çawa organîze bûne. 

Qesrê kar hemû dimeşandin

Di encama vê kolanê de lêkoleran karî planeke mîmariya bajêr a li ser 7 hektaran çêkin. Lê heta niha arkeolog nikarin texmîn bikin ka serjimara bajêr çiqas bû. Axir bajar li ser bilindahiyeke li keviya rojhilat a Dîcleyê hatibû avakirin û li dora wê sûreke mezin tevî gelek bircan hebûye. Li bakurê bajêr jî depoyeke pirr mezin, li başûrrojhilat pîşesaziya bajêr û li başûrrojava jî qesra melikî. 

Avahiya depoyê û herêma pîşesaziyê, wiha diyar e ku yekser ji qesrê hatine birêvebirin. Jixwe ava û stîla avakirina hersê avahiyan jî hema hema weke hev e. Li herêma pîşesaziyê firinên ji bo helandina Bîtumenê (qîreke xwezayî) hatine bikaranîn. Li cihekî din jî pûlên metal ên ji bo zirxên şervanan dihatin çêkirin. Ev kar hemû ji qesrê ve dihatin birêvebirin û diyar e ku bajar hiyerarşîk hatibû organîzekirin.