Cem Şivan li Sarajevoyê xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Nîsan 2026 - 17:00

  • Li Amedê ‘Moraşîn’ li ser dikê bû
  • Li Silêmanî mala çandê hate vekirin
  • Ji Kasım Taşdogan straneke nû; ‘Destana Serhedê’

Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê ku di 16ê Nîsanê de dest pê kiribû û beşdar di heft kategorîyan de ketibûn pêşbirkê çû serî. Çavê derdorên muzîkê li ser festîvalê bû û alaqeyek xurt hebû. Di roja dawîn a festîvalê de Cem Şivan Ergul bi hevdengiya jurîyê bû xwedîyê xelata mezin a festîvalê.

Cem Şivanê ku di warê gîtara klasîk de îmzeya xwe diavêje serkeftinên mezin û gerdûnî, di fînala festîvalê de ev beste jenîn; Ji “Suîta 1. a Lavtayê” ya Johann Sebastian Bachî “Sarabande” û “Gigue”, Beşa yekem a rêza “24 Caphrichos de Goya”ya M.C. Tedescoyî, “Thème varié et finale”ya M. Ponceî û “Prelude” û “Toccata”ya Hans Haugî.

Cem Şivan Ergul ê ku di sala 2001an de çêbûye, ew ji Batmanê ye. Di sala 2024an de li Konservatuara Qralîyetê ya Hollandayê lîsansa xwe kuta kiriye. Niha li Awusturyayê, li Zanîngeha Anton Brucknerî bi mamostayê xwe Campbell Diamond re xebata xwe yê akademî û muzîkê didomîne. Muzîkjen Cem Şivan xelata Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê ji destê Ðani Ŝehuyê organîzatorê festîvalê û Hubert Kappel ku serokê juriyê ye wergirt. NAVENDA NÛÇEYAN

* * *

Li Amedê ‘Moraşîn’ li ser dikê bû

11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi temaya “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, di roja xwe ya 2yemîn de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê berdewam kir.

Bi sedan kes tevlî bernameyê bûn. Bername bi lîstika şanoyê ya bi navê “Moraşîn” dewam kir. ‘Moraşîn’ derhêneriya wê ji aliyê Ghotbedin Sadeghi ve hatiye kirin û çîroka wêrekiya jina Kurd a ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk bi hev re dihûne. Şanonameya “Moraşîn” xwe dispêra serpêhatiya Gênc Xelîl ku yek ji destanên Kurdî ye.

Lîstika ku ji aliyê 50 şanogerên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lîstin, ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hate temaşekirin. NAVENDA NÛÇEYAN

* * *

Li Silêmanî mala çandê hate vekirin

Li Taxa Şêxan ya Silêmaniyê bi amadebûna gelek rewşenbîran bi merasîmekê Mala Çandê ya Ehmed Kurnu hate vekirin.

Di merasîmê de Serokê Saziya Kerîmî Eleke Şoxewan Sidqî axivî û got: “Silêmanî bajareke wêne û rewşenbîriyê ye. Bi rêya saziya Kerîmî Elîke me karî bi vê şêwazê kevnarî nûjen bikin. Me hewl da bi reseniya xwe û çandî ya parêzgehê be. Kilîda avahiyê radestî Hunermend Cezayê Saz kir. Cezayî Saz di merasîmê de got: “Piştî 30 salan karkirina li kolanan, niha Komeleya Hunermendên Kurdistanê xwedî navendekê ne.”

Di merasîmê de daxwaz ji gel hate kirin ku her kesek berhemek resen ya çandî ji bo mûzexaneya navendê bê bexşandin û wê li ser navê wî/ê bê tomarkirn.

Di merasîmê de jinên ku karê destî dikin berhemên xwe nîşan dan. SILÊMANÎ

* * *

Ji Kasım Taşdogan straneke nû; ‘Destana Serhedê’

Hunermend Kasim Taşdogan strana "Destana Serhedê" xwend û wekî klîb li ser hesabê xwe yê youtube belav kir.

Gotinên stranên aîdê Razaman Çeper in. Kasim Taşdogan ew saz kiriye û muzîk jêre amade kiriye. Di stranê de dengbêj Bêmalê Keko jî cih girtiye û em dengê wî jî dibihîsin. Stran niha li ser youtube hat belav kirin.

Beşek ji helbestê ku bûye stran wiha ye;

Li welatê serhedê hey hey hey hey

Emê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin

Emê, 'Qasimo' bêjin

Emê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin

Emê 'Qasimo...' NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.