Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Di nava 10 rojan de balafirên bê mirov û biçek yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 5 kes qetil kirin. Di 6’ê Tebaxê de li bajarokê Çemankê yê Dihokê Alan Îsmaîl, 9’ê Tebaxê li ser rêya Dûkanê Nejwan Ebdullah, herî dawî 11’ê Tebaxê jî li navçeya Pênciwên ya Silêmaniyê wesayîtek bû hedefa balafira dewleta Tirk û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ya balkêşe ew e ku piştî hemû êrişan PDK bi saziyên xwe yên xapandinê ve, dest bi rewakirina êrişên dewleta Tirk dike û êrişan weke dijî ‘çekdarên PKK’ê’ dide nîşandan.

Lê bi êrişa li Pênciwênê ya li dijî sivîlan carek din rûyê rast yê PDK û saziyên wê derket holê. Di çarçoveya rewakirina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, PDK saziyên wê yên weke Dije Teror, Encûmena Asayîşê û medya girêdayî PDK’ê piştî hemû êrişên dewleta Tirk yên di nava bajarên Başûrê Kurdistanê de, dest bi belavkirina agahiyên derew dike.

Balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya navçeya Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ya sivîlan bombebaran kir.

Piştî êrişê yekser Dije Teror û Encûmena Asayîşê ya PDK’ê, bi medyaya xwe ve, dest bi belavkirina agahiyên nerast kir. PDK piştî êrişê ragihand ku di êrişê de ‘3 çekdarên PKK’ê hatine hedef girtin. Lê bi eşkerebûna nasnameyên sivîlan re, direwên PDK’ê carek din derketin holê. Bi vê re derket holê ku PDK ji bilî direw û şerê taybet tiştek din belav nake.

Hat zanîn ku di êrişa duh de Karmendê şirketa Asya Cell Hesen Ehmed Newzet yê niştecihê Dihokê, tevî hevjîna xwe Zeyneb Mistefa û keça xwe Riyam a ku li Îranê dixwend, jiyana xwe ji dest dane. Bê guman ne cara yekeme PDK bi saziyên xwe yên ragihandinê ve van derewan belav dike, êdî PDK jî hemû êrişên dijî xelkê sivîl, weke ku li dijî gerîlayên PKK’ê hatibe kirin, dide nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN