Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul got, ji ber ku di dema xwe de negihiştine kesên di bin kavilan de, trajediyeke pirr mezin çêbûye.

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul têkildarî erdheja li Kurdistanê got, li Semsûrê ku li Kurdistanê herî zêde ji erdhejê bandor lê bûye, xelk xwe bê xwedî hîs dike û bal bire ser wê yekê ku bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne, saziyên dewletê ne madî ne jî manewî ti alîkarî nedane.

Bulbul qala rewşa li Semsûrê kir û wiha pêde çû: “Li Semsûrê bi hezaran xanî bûne kavil. Mixabin di dema xwe de nekarîn xwe bigihînin canên li vir û lewma trajediyeke mezin çêbû. Niha jî tê gotin, di bin gelek kavilan de deng tê, lê ji vê saetê û şûn ve, têra xwe zehmet e. Em diçin wan deran û hewl didin tîmên cur be cur bi rê ve bibin. Ji destpêkê heta niha AFAD, şaredarî û ti saziyên dewletê di aliyê madî yan manewî de ti alîkarî nedane.

 

Civakê koordînasyona hewarê ava kir 

Bulbul anî ziman ku hîna xirbe nehatine rakirin û gelek mirov ji ber derengmayînê mirine û wiha peyivî: “Civak xwe neewle û bê xwedî hîs dike. Ti xizmeta tenduristiyê nîne. Îro min serdana Nexweşxaneya Semsûrê kir û hekîmên li wir ji min re gotin, pirraniya mexdûrên erdhejê organ û endamên laşê xwe winda kirine. Jixwe, bi awayekî yekser xwe negihandine navçeyan û hîna alîkarî negihiştiye gundan jî. Weke HDP’ê, em bi rêxistinên demokratîk ên li vir re hatin ba hev, me koordînasyonek ava kir û maseya krîzê çêkir.”

 

Nesekinî û ji Mêrdînê xwe gihand

Bulbul ragihand ku dema erdhej qewimî, ew li Mêrdînê bû û ji ber şideta erdhejê, wan encamên wê texmîn kirin û got, “Mirovên me yên li Mereş û Semsûrê gotin, ‘Rast e erdhej qewimî û bandorên wê çêbûn’. Em tavilê ji Mêrdînê hatin Semsûrê.”

Bulbul herî dawî got, “Doh şaredariya me ya Çinarê hat û li Cemxaneya Yenîmahaleyê midbex çêkir. Cara destpêkê me pêr bi şev xwarineke germ xwar. Em weke gelê Kurd bûne şahidê gelek trajedî û komkujiyên mezin. Lê ev trajediyeke hîn mezintir e.”