Dengvedana hunerê Rojava li Rûsyayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Îlon 2022 - 05:41

  • Em wek nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî xebatên dîplomasiyê û ragihandina rewşa herêmê bi riya çandê jî ji bo danasîna Rojava û rewşa wê xebatan dimeşînin û dixwazin rastiya xwe di her warî da bihigînin xelkên biyanî.

REŞAD BÊNAV*

 

Serketinên hunermendên ji Kurdistanê û nîşandana berhemên wan li meydanên navneteweyî bi taybetî li Federasyona Rûsyayê, hem di warê berbelavkirina çandê, hem di warê danasîna herêmê û hem jî di warê siyasî de maneyeke xwe ya taybet heye. 

Rûsya bi dîroka xwe wek dergûşa gelek şaxên çandê tê qebûlkirin, ji edebiyatê heta bi şano, resm, sînema, bale, û hunerên din yên dîtbarî û awazî, mohra xwe li dîrokê daye. Ev hêman, wek stûneke qehîm a hebûna xwe parastiye û xwe bi van dewlemnediyan li ser pêyan girtiye û heta rojên îro gelek giringiyê di her astê da dide çand û huner, û bipêşvebirina wan. 

Bi ya me, di vê mijarê da nemaze Kurd wek parçekî têkoşîn û parastina hebûna xwe, divê bi çand û hunerê xwe li her derê derkeve pêş û di vî warî de ber piyên xwe fireh bike û xwe bigihîne wê tebeqa civakê ya ku bandora xwe li ser raya giştî heye. Ew tebeqe jî tebeqa çand û huner e. Lê bi taybetî di vê mijarê de wek li her asta jiyanê Kurd rastî gelek astengiyan tên, ji ber hem sedemên siyasî, hem ji ber bêstatûbûnê, hem ji ber sedemên cuda pêwîst e ku em ji her kesê zêdetir li ser bisekinin û xwe li gorî derfetan seferber bikin.

 

Bi xebatên hunerî rewşa herêmê nîşan didin

Li Rûsyayê tevî ku hejmareke zêde ya Kurdên dîasporayê hene û gelek sazî jî hene, dîsa jî di derxistina berhemên hunermendên ji Kurdistanê di astên bilind de, rastî gelek zehmetiyan tên hem di warê siyasî de, hem di warê burokratîk de, hem jî di warê veguhestin û çûnûhatina bo herêmê de, astengî derdikevin holê. Lê dîsa jî, li gel bêderfetî û astengiyan jî di asta fermî û platformên bilind de, em xwe digihînin civaka Rûsyayê. Loma di rewşeke wisa de nîşandana berhemên hunermendên Kurdistanê li saziyên fermî û navdar, em wek serketin dihesibînin. Nexasim jî di pêşbirkên navneteweyî de derece girtina hunermendên me, bi taybetî cihê serbilindiyê ye, ji ber ku berovajî reqîbên wan, ti dewlet, şirket yan jî kesayet li pişt wan nebûn, ewan tenê xwe sipart  xebat û berhemdariya xwe û xelatên baş wergirtin. Her wiha bi vê rêkê, bo mînak bi tabloyekê yan jî fotografekî derfet ji bo agahdarkirina rewşa herêmê bi dest dixin, bi dîmenekî gelek rastiyan radixin ber çav, Huner û hunermend rû, deng û dilê civakê ne, loma rola xebatên bi vî rengî di têkoşînê de ji bo me gelek mezin e.

 

Xebatên ji bo danasîna Rojava

Helbet li Rûsyayê Kurd û Kurdistan tê nasîn, lê ev nasîn di çarçoveya çapemeniya şer û siyaseta dewletên serdest de dimîne û bi meyla şer û propogandaya alozî û îdelojiyan dimeşe û belav dibe. Em wek nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî xebatên dîplomasiyê û ragihandina rewşa herêmê bi riya çandê jî ji bo danasîna Rojava û rewşa wê xebatan dimeşînin û dixwazin rastiya xwe di her warî da bihigînin xelkên biyanî.

Peywedîdarî vê, ez dixwazim behsa çendan ji van xebatên li Rûsyayê bikim.

 

Hizrên li ser şer û aştiyê

Sala 2021´ê li Mala Neteweyan a Moskovê, Li Mala Gelên Rûsyayê û li gelek saziyên din yên fermî yên dewletê, me wek Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê pêşanga bi navê ‘’Huner di Nava Agir de’’ li dar xist û tablo û fotografên li ser berxwedana Rojava bandoreke xurt li ser mêvanan kir. Bi elaqe û şiroveyên wan diyar bû ku nîşandana rûyê herêmê bi vî awayî tesîra xwe li hest û nihêrînên wan kiriye. Her wiha di sala 2019’an de li saziyeke din a çandî pêşanga wêneyê zarokan a bi navê “Zarokên aştiyê derbarê zarokên nav şer de’’ hatibû nîşandan. Zarokên ji Kurdistan û Rûsyayê hizrên xwe yên li ser aştî û şer li ser kaxezan xêz kirin û di vê pêşangehê de berhev kirin. 

 

‘Rêkên ber bi Şingalê ve diçin’

Dîsa sala 2021’ê,  pêşangeha fotografên hunermend Alan Roj a bi navê “Rêkên ber bi Şingalê ve diçin’’ hate nîşandan. Her wiha ev pêşangeh li çend bajarên din yên Rûsyayê jî hatine nîşandan û hunermendên me di pêşbirkanda xelat wergirtine. Di pêşbirka navneteweyî ya fotografan a li Petersburgê ku ji aliyê wezareta çandê ya Rûsyayê, şaredarî û yekîtiya hunermendên naveteweyî ve hatibû lidarxistin, ji nava 700 beşdarvan, fotorgafê Alan Roj ê bi navê “zarokên Şingalê” cihê Duyemîniyê, fotografê Rodî Tahlo ê bi navê “Keça ji Kobanê” cihê Sêyemîniyê wergirt. Û di kategoriya tabloyan de resmê Jala Bakir ê bi navê “Koç” jî cihê Sêyemiyê girt. Ji akademisyenan heta parlamenter û endamên dezgehên fermî, ji xwendekarên ji neteweyên cuda heta dîasporaya civakên din, çûn serdana van pêşangehan û ev xebat bi awayekî fermî ketine arşîva van saziyan û di çapemeniyê de jî cihê xwe girtin. 

 

Ji Galeriya Tretîkovskê teklîfa beşdarbûnê

Piştî van serketinan ji muze û galeriya navdar a Moskovê, Tretîkovskê teklîfa beşdarbûna pêşangehê hat. Galeriya Tretîkovskê di dîroka Rûsyayê de û di qada navneteweyî de navdar e û xwedî asteke bilind e. Em wek nûnertiya Rêvebriya Xweser bi tablo û fotografên hunermendên ji Rojava beşdarî vê pêşangehê bûn.  Şêwekarên ji Rojava Ferhad Kobanê, Ehmed El Cild, Muafik Ezzen, Zehredîn Ebdê, Nurhan Esma, û ji Başûrê Kurdsitanê Jala Bakir tevli vê pêşangeha navneteweyî bûn. Fotografê Alan Roj ê bi navê “çavê zarokê ji Şingalê” cihê Sêyeminiyê wergirt. Di vê pêşangehê de zêdeyî 1000 berhem ji Rûsya, Çîn, Swêd, Îsraîl, Azerbeycan, Qezaxistan, Belarûs û ji gelek welatên din beşdar bûbûn. Zêdeyî pênc hezar kes li vê pêşangêhê geriyan. Ji bo me giring e ku hunermenên Kurd di qadên wisa da berhemên xwe pêşkêş bikin û di dazanîn û danasîna têkoşînê de têkariya xwe bikin û ev xebat bibin pirek ji bo xurtkirina têkiliyên Rûsyayê û Rêvebriya Xweser.

 

*Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Federasyona Rûsyayê

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.