Dengên ji bo azadiyê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 6 Gulan 2023 - 00:59

  • Li Fransayê jî hilbijêr diçin ser sindoqan. Li Marsîlya û Nantesê heta niha qederê 8 hezar û 800 deng hatine bi kar anîn. Hilbijêrên Kurd û Elewî bang li xelkê dikin da ku dengê xwe bidin. 

SABRÎ BOLEK/FEYYAZ BRÛSK/MARSÎLYA/NANTES

 

Li Ewrûpayê ev bû hefteyek ku hilbijêr dengê xwe didin. Li Fransaya ku lê 397 hezar hilbijêrên qeyd kirî hene. Li bajarê Nantesê heta niha 4 hezar û 73 deng hatine dayîn. Li Marsîlyayê jî 4 hezar û 706 hilbijêran dengê xwe daye. Dengdan wê heta 9´ê Gulanê dewam bike.

Li bajarê Fransayê Nantesê, nava hefteyê li vir 2 sindoq tên danîn û dawiya hefteyê 3 sindoq. Gelek hilbijêrên ku em bi wan re piştî dengdanê peyivîn dibêjin, me dengê xwe da aliyê demokrasî û azadiyê.

Nûnerê CHP´ê yê Nantesê Raif Tokdemir dibêje, hejmara hilbijêran li Nantesê gihiştiye 23 hezaran. Ew dibêje, “Em dixwazin her kesê alîgirê demokrasî û azadiyê bibin ser sindoqan.” 

Em dixwazin vegerin welatê xwe

Endamê TEV-ÇAND´ê Hozan Alî Gul dibêje, her kesê alîgirê demokrasî û azadiyê lazim e dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti): “Rejîma AKP´ê di erefa hilbijartinê de bi behaneyên pûç parêzer, rojnamevan û hunermend û bi sedan welatiyên me kirin nezaretê. Li hemberî rexneyeke piçûk yan jî lêgerîna mafên demokratîk, lêpirsînan dide destpêkirin û nahêle em biçin welatê xwe. Ji bo em hilbijêrên xwe hemûyan bibin ser sindoqan, nexasim jî ew ên ji Elbistan û Bazarcixê, lazim e her kes hewl bide.”

 

Bi gopalên seqetan çû ser sindoqê

Emîne Yanik a ji Pirsûsê bi gopalên seqetan dimeşe. Wê ji 70 kîlometreyan dûr tevî hevjînê xwe, xwe gihandiye ser sindoqê. Emîne Yanik dibêje, ew dengê xwe dide da ku siyasetên tecrîdkirinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û şerê li dijî gelê Kurd bi dawî bibe, dengê xwe dide “Ez îro li vir im, da ku Emîne Şenyaşar neyê jibîrkirin, Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlamenterê AKP´ê Îbrahim Halil Yildiz hevjînê wê û du kurên wê qetil kirin û ev bêhtirî du salan e nobeta edaletê digire. Da ku komkujiyên li Kurdistanê, qirkirina siyasî neyên jibîrkirin û hesab bipirsim ez îro li vir im. Weke jin divê em bêhtir hestyar bin.”

 

Ji bo xweşikbûn û qenciyê

Fadîme Hazar jî ji Mereşê ye. Ew dibêje, kesên ku naçin dengê xwe nadin, aşê desthilata AKP-MHP´ê digerînin: “Ji bo xweşikbûn û qenciyê, her kesê xwedî wicdan divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Kesên li dora xwe agahdar bike û wan jî bibe ser sindoqan.”

Serokê wekhev ê Navenda Çanda Elewî (AKM) ya Nantesê Îbrahîm Ozdogan jî dibêje, “Weke Elewiyên li Ewrûpayê, em ê dengê xwe nedin vê desthilata ku zerarê dike li bawerî û rêya me. Her veketiye da ku keysê bîne li înkarkirin û asîmîlekirina Elewîtiyê. Em weke FUAF û AABK´ê di serokkomariyê de dengê xwe didin Kemal Kılıçdaroglu û di hilbijartina parlamenteran de jî dengê xwe didin Yeşil Sol Partiyê.”

Ji bo azadiyê Yeşil Sol Parti

Li Marsîlyayê hejmara hilbijêran 26 hezar û 744 e. Di dawiya roja şeşan de 4 hezar û 706 deng hatine dayîn. Di hilbijartina 2018’an de HDP´ê ji vir ji sedî 48´ê dengan wergirtibû. Hozan Faruk ji Tatosa Erziromê ye. Ew muşahid e li ser sindoqên li Marsîlyayê. Ew dibêje, “Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertiya me û tinekirina sîstema faşîzan, dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”

Leyla Yilmaz a 57 salî ji Qereyaziyê ye. Ev 32 sal in ku li Marsîlyayê dimîne. Ew jî dibêje, “Em dengê xwe bidin da ku zilma dewleta Tirk a ku jinan dikuje, dest diavêje wan bi dawî bibe.”

Ayşe Bingol jî ji navçeya Kopê ya ser bi Muşê ye. Ew dibêje, “Ji bo azadiya gelê me, zarokên me û Rêberiya me, em dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.