Dengekî din li dijî qirkirina Kurdan

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • “Her kesa ku li ber dagirkeriya Rûsya ya li Ukraynayê radibe, divê planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî yên dewleta Tirk jî şermezar bike." 

Nûnerên Socialist Alliance (Hevgirtina Sosyalîst) a Awustralyayê destek da daxwaza 33 partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ya ji bo qedexekirina ezmanên Rêveberiya Xweser li firrîna balefir û firokeyan. 

Wan got, dewleta Tirk dixwaze Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûrî qir bike û ji bo astengkirina vê yekê, wan destek da avakirina herêma li firrînê qedexe li ser herêmên Rêveberiya Xweser. 

Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Morelandê, Sue Bolton bi peyameke vîdeo got, dilê wê “xeliyaye” ji ber “bazara li ser Kurdan” ji bo endametiya  NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê. 

Wê got, hikûmeta Tirk xwe ji dagirkirina Rêveberiya Xweser re amade dike û wiha dewam kir: “Her kesa ku li ber dagirkeriya Rûsya ya li Ukraynayê radibe, divê planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî yên dewleta Tirk jî şermezar bike." 

Endamê Rêevberiya Neteweyî ya Socialist Alliance, Alex Bainbridge jî niyeta Tirkiyeyê weke qirkirina Kurdan bi nav kir û got, “Di vê çarçoveyê de pirraniya partiyên siyasî û rêxistinên pêşverû yên li deverê ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin avakirina herêma li firrînê qedexe ferz bike” û da zanîn ku ew destekê didin vê daxwazê. Wî ji bo Şoreşa rojava got, “nimûneyeke feyzê dide di warê azadî, demokrasiya li zemînê civakê û azadiya jinê de û hêja ye mirov pioşta wê bigire.”

Wî xwest li seranserê dinyayê mirov bang bikin da ku herêmeke li firrînê qedexe bê avakirin. 

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.