Dengê xwe bilind bikin da ku girtî nemirin
Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 11:07
- Hevserokê MED TUHAD-FED´ê: Divê raya giştî dengê xwe bilind bike û bi destê me bigire. Divê em hemû ji vê pêvajoyê re bêjin 'bes e'. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gava yekem rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat got, israra di tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de ye. Heke tecrîd bê rakirin dê Tirkiye ber bi başbûnê ve biçe."
Bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan greva birçîbûnê ya bi dor hat destpêkirin. Piştî çalakiyê, di 4'ê Kanûnê de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) li Amed, Edene û Mêrsînê û di 5'ê Kanûnê de jî li Wanê çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat daxwazên girtiyan û çalakiya Nobeda Edaletê ji Mujdat Can re nirxandin. Can ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ye.
Canpolat dibêje, israra di polîtîkayên tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de ye" û pirsgirêkên li welêt jî ne li derveyî tecrîdê ne. Canpolat di dewamê de dibêje: "Ji ber ku ji sedî 80-90’ê çavkaniyên aborî yên welat ji bo şer tên xerckirin, lêçûnên din ên li Tirkiyeyê daketine sifirê. Ji ber vê yekê çeteyên şer, fihûş û baronên tiryakê bi ser dikevin. Di vî warî de em jî di rakirina tecrîdê de bi israr in."
Li tevahiya komeleyan
Canpolat dibêje, bi rakirina tecrîdê re pêkhatina aştiyê mimkun e û balê dibe ser çalakiya girtiyan a bi vê daxwazê. Canpolat bi bîr dixe ku ji bo bibin dengê girtiyan, wan Nobeta Edaletê daye destpêkirin û dibêje, ew ê lin tevahiya avahiyên komeleyên girêdayî federasyonê, çalakiyên bi heman rengî dest pê bikin. Canpolat ji her beşa civakê xwest xwedî li van çalakiyên nobetê derkeve.
Canpolat dide zanîn ku grevên birçîbûnê zirareke bivênevê ya daimî li tenduristiya mirovan dike û dibêje, heke deng neyê derxistin, bi îhtimaleke mezin, ev çalakî wê veguherin çalakiyên bêdem û bêdor: "Em êdî naxwazin cenazeyên zarokên vî gelî ji girtîgehan derkevin."
150 girtiyên nexweşiya wan giran
Canpolat difikire ku rakirina tecrîdê, wê bandorê li girtîgehên din û bi taybetî jî li helwêsta li hemberî girtiyên nexweş jî bike û wiha li gotinên xwe zêde dike: “Qederê 150 girtiyên nexweş ên giran hene. Hewldanên der barê girtiyên nexweş de ti encaman nagirin. Ev rewş bi serê xwe êşkenceya li malbatan e. Heger tecrîd bê rakirin, girtî wê karibin malbatên xwe bibînin û bi awayekî baş bên dermankirin."
Gotinên Ocalan wê rê li ber aştiyê xweş bikin
Canpolat tîne ziman ku bi rakirina tecrîdê re mumkin e deriyê pêvajoyeke çareseriyê ya nû vebe û wiha dewam dike: "Axaftina birêz Abdullah Ocalan wê aloziya heyî û sinerjiya xirab a di nava civakê de veguherîne rewşeke erênî. Lewma em bi israr in ku tecrîdê bişikînin. Ji ber ku em yeqîn dikin, heger tecrîd rabe, pirsgirêkên li Tirkiyeyê wê çareser bibin. Heger Abdullah Ocalan biaxive, rewşa aloz a li welêt wê veguhere aştiyê.
Divê raya giştî dengê xwe bilind bike û bi destê me bigire. Divê em hemû ji vê pêvajoyê re bêjin 'bes e'. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gava yekem rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e."
Biraziyê Abdullah Ocalan, parlamenterê HEDEP´ê yê Rihayê Omer Ocalan jî balê dibe ser fikarên ji ber erdheja 4´ê Kanûnê ya li Gemlikê û dibêje, “Ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku 33 meh in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tên ragirtin tu agahî nayên girtin. Erdhejê fikarên me zêdetir kirin. Erdhejeke dijwar pêk hat û bandor li 3 bajaran kir. Girava Îmraliyê jî nêzî navenda erdhejê ye. Parêzeran jî ji bo hevdîtinê miracaet kir. Birêz Abdullah Ocalan herî dawî beriya bi 33 mehan bi rê ya telefonê çend deqîqeyan bi birayê xwe re axivî. Piştî wê me ti agahî negirtin. Heta niha ne Wezareta Dadê û ne jî Wezareta Karên Navxweyî ti agahî nedaye me. Ji bo ku hevdîtin pêk werin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li gorî encamên hevdîtinên parêzeran miracaetên xwe bikin. Her agahiyeke ku ji wir were dilê malbat û gelê me wê rihet bike. Em malbat dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re demildest hevdîtinê were kirin.”
Gel wê bi ser keve
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Amedê ji bo pêngava 'Azadî ji Rêber Apo û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bang kirin û ji her kesî xwestin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya berxwedanê bibin.
Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan bi rengekî bidorê dest pê kir, di roja 11’an de dewam dike. Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya li Amedê di greva birçîbûnê de ne, têkildarî çalakiyê peyamek weşandin.
Wan got, "Em weke girtiyên siyasî yên Kurd, diyar dikin ku ji bo pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' em ê xwe ji ti fedakariyê venegirin. Şert û mercên zindanê derfetên me kêm dikin. Weke girtiyên siyasî em diyar dikin ku bi her cûre berpirsyariyê ji bo azadiya Rêberê Neteweyî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, em bawer dikin ku gel wê bi ser bikeve."