- Shoan Vaisi yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji Partiya Çep namzetê parlamenteriya federal e di hilbijartinên 26´ê Îlonê de. Ew bang li Kurdan dike da ku dengê xwe bidin wî û partiya wî da ku nûnerekî wan li parlamenê hebe.
ERKAN GULBAHÇE
Yek ji namzetên parlameniyê di hilbijartinên li pêşiya me yên li federal ên Elmanyayê de Shoan Vaisi ye. Ew ji Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 2010´an ji ber zextên rejîma Îranê reviyaye û weke penaber çûye Elmanyayê. Ew ji Partiya Çep li bajarê Essenê namzetê parlamena federal e. Ew dixwaze di parlamenê de bibe dengê Kurdan. Ji bo wê jî bang li Kurdistaniyan dike da ku dengê xwe bidin lîsteya Partiya Çep: “Kurd û Kurdistaniyên li Elmanyayê, heke dixwazin siyasetên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê bi miletê Elman bidin bihîstin, bila dengê xwe bidin Partiya Çep (Die Linke) û namzetên wê.” Ew li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sine ye, 23´yê Adara 1990’î hatiye dinê. Li Elmanya navê wî gava ji tîpên alfabeya Erebî werdigerînin ên Latînî, weke Shoan Vaisi dinivîsîn, lê esas, navê wî bi Kurdî (Soranî) Şiwan Weysî ye. Wî li Elmanyayê zanîngeh xwend û beşa Peywendiyên bi Xelkê re qedand. Ew li Elmanyayê wergerê fermî û sûndxwarî ye ji bo Farisî-Elmanî û Kurdî-Elmanî. Niha li bajarê Essenê ji Partiya Çep namzetê parlamena federal e.
Şiwan Weysî dibêje, malbata wî ji sempatîzanên rêxistina Komala bûye û hîna 5-6 salî ew çûye çalakiyên çandî. 15-16 salî jî êdî bi xwe tevlî nav çalakiyên siyasî jî dibe.
Ji bo nekeve hepsê welat terikand
Di çalakiyên siyaseta Kurdan ên li Sinê de wî cihê xwe bi awayekî çalak girt. Ji ber vê jî kete ber taqîba hêzên rejîma Îranê. Ew êdî neçar ma xwe timî veşêre ji bo ku neyê girtin. Ji bo ku nekeve hepsê, biryarê dide welatê xwe biterikîne. Hîna 20 salî yanî sala 2010´an ew Kurdistanê bi cih dihêle û li Elmanyayê doza penaberiyê dike.
Çima Partiya Çep?
Shoan Vaisi 3 salan li Elmanyayê xwe hînî ziman dike. Piştre bernameyên partiyên siyasî hemûyan dixwîne, hewl dide siyasetên wan nas bike. Di dawiyê de hem ji ber helwêsta wê ya beramberî Kurdan û hem jî ji ber ku alîgirê bindest û mezlûman e, ew Partiya Çep nêzîkî xwe dibîne. Sala 2014´an de jî dibe endamê wê.
Biryar a min e ne ya naziyan e
Vaisi bûyera namzetiya ji Partiya Kesk a Tareq Alaows ê penaber ê ji Sûriyê bi bîr dixe. Alaows piştî ku gelek gef lê hatin xwarin, ragihand ku ew dev ji namzetiya parlamenteriyê berdide. Vaisi, rêzê ji biryara Alaows re digire, lê biryarê şaş dibîne: “Biryara Tareq Alaows nazî şa kirin. Min jî serpêhatiya xwe û jînenîgariya xwe nivîsî û ji Die Linke re şand û bûm bernamzet.” Nîsana bihurî Partya Çep li eyaleta NRW´yê ew weke namzetê parlamenteriyê qebûl kir.
Weke sedema xwe ya sereke Shoan Vaisi dibêje, “Sala 2010´an min Kurdistan bi cih hêla, 6 mehan li Tirkiyeyê mam, demekê jî li Yewnanistanê. Piştre li Elmanyayê bûm penaber; ez li vir jî pê hisiyam, erê li vir im lê pirsgirêk hene. nihêrîna miletê Elman li biyaniyan, nihêrîna Elmanyayê li pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên penaberan û wekî din hene. Min biryar da ku parlamenterî rêyeke çareserkirina pirsgirêkan e.”
Piştî ku dibe bernamzet, gelek kes razîbûna xwe nîşanî wî didin: “Li Elmanyayê çapemeniya neteweyî û ya cihî elaqe nîşan da. Mirov gava li derve min dibînin, dibêjin, em destekê didin te.”
Meseleya Kurdan û berdevkiya wan
Shoan Vaisi dibêje, heger bê hilbijartin, ew ê mijarên meseleya Kurd, penaberî û zarokên xizan derêxe pêş û wiha dipeyive: “Ez ê pirsgirêka Kurd a li çar parçeyan bikim rojev. Wekî din penaber wê bibin mijara min a sereke. Derya Spî û çemên li dewletên din veguherîn goristaneke penaberan. Ez ê van pirsgirêkan bînim rojevê û hewl bidim çareseriyên mayînde peyda bikim. Zarokên li Elmanyayê hemû divê ji parvekirina dewlemendiyê bi awyekî wekhev sûdê wergirin. Ji bo zarokan divê derfetên perwerdeyê yên wekhev bên afirandin.”
Şiwan Weysî (Shoan Vaisi) bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê jî dike û dibêje, “Dewleta Elman dengê xwe nake beramberî şerê li Kurdistanê û bi ser de jî destekê dide siyaseta bi firotina sîlehan. Li Elmanyayê, nexasim li eyaleta NRW gelek Kurd hene. Kurd û Kurdistaniyên li Elmanyayê, heke dixwazin pirsgirêkên wan bên minaqeşekirin, nûnerekî wan li meclîsa federal hebe, siyasetên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê bi miletê Elman bidin bihîstin, bila dengê xwe bidin Partiya Çep û namzetên wê.”