- Binevş Agal ango bi navê xwe yê din Bêrîvan jineke Êzidî bû ku xelk bi saya wê tevgera PKK’ê bêhtir nas kir. Berxwedan û têkoşîna wê bi rêya pirtûk û stranan her zindî ma û bi vî awayî dengê wê gihîşt hemû jinên cîhanê.
FIRAZ BARAN
Binevş Agal (Bêrîvan) sala 1966‘an li gundê Baziwanêyê navçeya Bişêriyê ji dayik bûye. Di 15 saliya xwe de çûye Almanyayê (1981). Sala1984’an tevlî PKKê bûye.
Binevş Agal di jiyana xwe ya rêxistinî de her ku çû ji bo Tevgera Rizgariya Neteweyî destkeftiyên mezin bi dest xistiye.
Di dîroka PKKê de hin kadro xwedî deskeftiyên stratejîk in. Mînak, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz(Fermandar Egîd), Îsmaîlê Dêrikî, Sakîne Cansiz û Dr. Sîrwan(Kawa Elî Salih). Kadroya din a ku tevkariya stratejîk kiriye Binevş Agal (Bêrîvan) bû. Em dikarin çar sedemên herî girîng ên vê yekê wiha rêz bikin:
1- Li Bakurê Kurdistanê di navbera kurdên êzîdî û kurdên sunnî de gurkirina kînên dîrokî rawestand.
2- Di sala1988‘an de di nava 6 mehan de bajarê Cizîrê rêxistin kir. Tevgera PKK‘ê piştî sala 198‘ê ji bajaran vekişiya bû. Piştî serkeftina Bêrîvanê PKK vegeriya bajaran.
3- Dema şehîd ket, gel serî hilda. Ev serhildana yekemîn bû li Bakur. Kevneşopiya rakirina şehîdan bi întîfadayê (serhildanê) dest pê kir.
4- Piştî şehadeta Bêrîvanê bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşê bûn. Murat Karayilan dibêje: “Hetanî wê demê xwuşkên hevalên mêr yan jî talebeyên jin tevlî Partiyê dibûn. Lê piştî hevala Bêrîvan bi sedan jin tevlî bûn. Ev yek bû bingeha arteşa jinan.”
Tirba Binevş bû weke ziyaretê
Binevş Agal (Bêrîvan) di 18‘ê Çileya 1989‘an de li bajarê Cizîrê êsîr ket. Kolonyalîstan gule li wê barandin. Bêrîvan şehîd ket. Gora wê li Cizîrê bûye ziyaret. Yên ku zarokên wan nabin, yên nexweş û yên ku daxwazên wan hene diçin wir û dua dikin. Meleyekî ji Cizîrê li ser Binevş Agal wiha dibêje: “Cizîr di Misilmantiya xwe de dewereke hişkbawer bû. Bêrîvan Êzidî bû. Lê ew hat û me hemûyan rêxistin kir. Îro ez dikarim vê bibêjim... Ji bo ola Îslamê Hz. Omer çi be, Bêrîvan ji bo Cizîrê ew e!”
Du pirtûk li ser Binevş Agal
Kesên ku dixwazin jiyana Binevş Agal bi berfirehî hîn bibin dikarin van her du pirtûkan bixwînin:
Xanê Agal: Sembola Serhildanê, Enstîtûya Kurdî li Almanya/2021 (Xanê Agal xwişka hevala Bêrîvan e.)
Firaz Baran: Bêrîvan, Weşanên Hêl, Almanya/2014
Stranên li ser Binevş Agal
Dema ku Bêrîvan şehîd bû hemû gelê Kurd ê welatparêz bi bandor bû. Demeke dirêj behsa Bêrîvan û têkoşîna wê hate kirin. Hunermend jî bandor bûn. Aram Tîgran, Hozan Dilgeş û Hozan Şemdîn bo Bêrîvanê sê stran çêkirin. Koma Agirî ya Helebê jî stranekê ji bo wê çêkir.
Koma Agirî ya bajarê Helebê di sala 1990‘î kaseta bi navê "Çemê Dîcle" derxist. Di vê kasetê de strana "Dahola Cengê" xwendin. Ev stran bo şehîd Binevş Agal (Bêrîvan) hatibû amade kirin. Muzîka strana Koma Agirî nerm e û gazî rûhê mirovan dike. Dema ku mirov li stranê guhdarî dike êşa şehîd dihese. Gotinên stranên wiha ne:
Dahola Cengê (Koma Agirî ya Helebê)
Gotin: Tacidîn bavê Mezlûm
Muzîk: Şehîd Mihemed Osman
Bi çekan xwe bişidînin
Li daholan cengê xînin
Daweta Binevşê bikin
Dûmana bi erdê xînin
Darbesta Salihê rakin
Ala PKK pêda kin
Bi sorgula bixemlînin
Li ser milê hevala kin
Bi sorgula bixemlînin
Bi mêvanê şehîda kin
Li ser bûkê bilîlînin
Li nav milet bigerînin
Bi xomîna tifingakin
Deşt û çiyan bihejînin
Bira dengê Bêrîvanê
Bigihîne jinên cîhanê
Rênakin serê xwe hildin
Pîroz bikin Kurdistanê
Em soz didin te Zozanê
Keç û xortên Kurdistanê
Em ê çeka te hilgirin
Xwe berdin dîlanê
Emê çeka te hilgirin
Xwe berdin nava dîlanê
Geş bikin vê berxwedanê
Navên Binevş Agal
Di stranê de sê navên Binevş Agal derbas dibin. Binevş, Bêrîvan û Zozan. Dema ku ji dayîk dibe malbata xwe navê Binevşa Narîn lê dike. Di sala 1984‘an dema ku tevlî şoreşê dibe navê Bêrîvanê radike. Sala 1988‘an diçe bajarê Cizîrê û navê Zozanê bi kar tîne. Dema ku şehîd ket rojnameyên tirkan navê Binevş Agal wek "Suzan" nivîsandin. Wan navê Zozanê wergerandibûn û kiribûn Suzan.
Şehîd Mihemed Osman
Ne tenê muzîk, gotinên stranê jî balkêş in. Wek mînak dibêje: Bira dengê Bêrîvanê/Bigihîne jinên cîhanê. Îro hemû cîhanê dengê jinên Kurdistanê bihîstiye û bi wan şad dibin. Yanî Koma Agirî ya Helebê 35 sal berê ev dîtiye. Li Rojavayê Kurdistanê xebatên çand û hunerî di sala 1986‘an bû xwedî sazî. Wê salê li Qamişloyê Koma Botan ava bû. Piştre li hemû bajarên sereke komên nû ava bûn. Bi navê Koma Agirî du kom derketin. Koma Agirî ya Amûdê û Koma Agirî ya Helebê. Van koman di warê muzîk, şano û govendê de xebatên girîng kirin û gelek endamên koman li Bakurê Kurdistanê di nav ARGK‘ê de şehîd ketin. Wek mînak muzîka strana "Dahola Cengê" Şehîd Mihemed Osman çêkiriye. Koma Agirî ya Haleb û Efrînê her wiha nêzî deh kaset derxistin, kar û xebatên şano û govendê kirin.