Dengê Rimêlan

Nûçeyên Jin

Yekşem 8 Gulan 2022 - 13:27

  • Jinên ciwan ku di 2018'an de tevli koma şehîd Serhed bûne, bi çand, huner, stran û bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwe bi pêş dixin.

FEREH DAWÛD / JÎNHA/QAMIŞLO

Jinên ciwan ku di 2018'an de tevli koma şehîd Serhed bûne, bi çand, huner, stran û bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwe bi pêş dixin. Koma şehîd Serhed li bajarokê Rimêlanê xwe bi rêxistin kiriye û bi amûrên xwe bi her munasebetê, stranên xwe dibêje. 

Ji endamên komê Rûken Hejar Omer da zanîn ku 12 kes di komê de ne û wiha axivî: "Ez ji navçeya Çilaxa me û 16 salî me. Ez hem li defê didim hem jî stranan dibêjim. Em 12 kes di komê de ne, 7 hevalên jin in û 4 jî hevalên xort in. Hevalên me yên xort yek li tembûrê dide, yek li gîtarê dide, yek li kajonê dide û yek jî li daholê dide. Hevalên me yên jin du jin li erbaneyê didin û du jinên din jî stranan dibêjin. Em çanda Kurdî, di aliyê stran, huner û cilûbergên Kurdî de didin naskirin.”

Jin endamên komê Zînê Ehmed Ebas da zanîn ku di zaroktiya xwe de ji dengbêjiyê hez dikir û wiha axivî: "Destpêkê berî ku ez tevli komê bibim min gelekî ji dengbêjan hez dikir min ji zaroktiya xwe ve distira. Ev xewneke min bû ku ez rojekê ji rojan tevli komekê bibim û li ser vê bingehê ez di sala 2018'an de tevli karê çand û hunerî bûm.”

Ji endamên komê Arîn Hesen Ebas got, ev 3 sal in tevli koma şehîd Serhed bûye û wiha peyivî: "Ez 15 salî me û ev 3 sal in ku ez tevli koma şehîd Serhed a bajarokê Rimêlanê bûme. Di gava destpêkê de min li erbaneyê dida û heta niha jî ez li erbaneyê didim, hem jî alîkariya hevalên xwe dikim û bi wan re distirêm. Destpêkê min zehmetî dikişandin lê bi demê re ez xweşik fêr bûm. Di hefteyê de em du rojan prova dikin, bi awayekî xweş tê meşandin û ev tiştekî gelekî xweş e ku ez di koma muzîkê de me.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.