Dengê li Bexdayê bilind dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Tîrmeh 2021 - 06:05

  • Ew stranan bi dilekî pak û azad dibêje. Xwe dike bin barekî pîroz ê xizmeta ji bo ziman û çanda Kurdî. Ew hingê dibe yek ji jinên navdar ên di Radyoya Bexdayê de stranan dibêje.

ROZA METÎNA
AMED

 

Gelek jinên bi hêza xwe bawer û di nava rêûresmîn civakî de rêya xwe bi îradeya xwe ya azad xêz kirine, hene. Yek ji van jinên bi hêz Nesrîn Omer Şêrwan e. Li dijî civaka ku  yên ji bo dengbêjên jin û mêr wê li ber xwe da. Ji biryara xwe venegeriya. Jixwe, ger ji biryara xwe vegeriya wê di dîrokê de jî cihekî taybet negirtiba. Nesrîna keça Emerê Osman a 1929’an de li gundekî ji Şirnexê di maleke koçer de ji dayik bûye, hêviyên xwe her zindî di dilê xwe de veşartine. Ew jî wekî gelek Kurdan li ser axa xwe koçber bûye. Bi eslê xwe ji Bakur bin jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Wekî gelek jinan ew jî ji mafê xwendina dibistanê bêpar hatiye hiştin. Nesrîn paşnavê xwe dike ‘Şêrwan’. 

Bi feraseteke baş çand û ziman diparêze

Nesrîn Şêrwan li hunerê xwe xwedî derket û ji xwe re li ser vê nasnameyê hîmên jiyanê danîn. Bi ferasteke baş parastina ziman û çanda gelê Kurd kir. Bi rol û mîsyona xwe weke jinekê baş rabû. Di heman demê de li dijî feraseta bişaftinê jî têkoşiya. Bi tîpên zêrîn sekna xwe ya hêja di dîrokê de da nivîsandin. Bi reng û ahenga xizmeta ji bo hunerê Kurdî rêwîtiya xwe dewam kir. Niha gelek jin li ser şopa wê li pey xwe hiştî, dimeşin û hêviyên xwe her zindî dihêlin. Hest û ramanên xwe, bibîranînên xwe yên giranbiha wekî mîrateyekê hiştin. Ji bo hunerekî azad her li ser piyan ma. Li dijî zehmetiyên di zarokatiya xwe de bi hunerê xwe li ber xwe da. Liv û tevgera hunerî bûye nêrîna wê ya mayinde. 

Di radyoya Bexdayê de dixebite

Nesrînê bi dengê xwe bandoreke baş li ser civaka Kurd kiriye. Sala 1932’yan ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke Xirîstiyan, mala Xerîb Powez dimîne. Her wiha demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku hingê hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyaza Elî Merdan di 25’ê Adara 1944’an de di Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike. Lê hingê ne ewqasî hêsan bû ku herkes di Radyoya Bexdayê de stranan bibêjin. Bi vê yekê gaveke nû avêt. Ew stranan bi dilekî pak û azad dibêje. Xwe dike bin barekî pîroz ê xizmeta ji bo ziman û çanda Kurdî. Ew hingê dibe yek ji jinên navdar ên di Radyoya Bexdayê de stranan dibêje. Di 1975’an de xebata xwe ya di Radyoya Bexdayê de bi dawî dike. Dema nêzî dawiya jiyana xwe dibe ji dost û hevalên xwe dûr dikeve. Wê ji bo stranan jî beste û meqamên gelêrî tercîh dikirin. 

Ruhê helbestê bi muzikê geş dike

Hunerekî taybet jî ew e ku mirov helbestan bike stran. Nesrînê helbestên hin helbestkarên mîna Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran. Ruhê helbestê bi muzikê geş dike. Bi vê yekê helbestkaran jî ji bîr nake û bi qedrê wan dizane. Nesrînê gelek hunermendên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa nas dike û li gel wan stranan dibêje. Nesrîn Şêrwan di heman demê de xwediyê gelek berhem û awazan e. Wê ev awazên xwe di plaqan de tomar kiriye. 

Xizanî û tenêtî dev jê bernadin

Nesrîn jî li kolanên Bexdayê di nava şertên dijwar de koça xwe ya dawî dike. Di 10’ê Cotmeha 1990’î de diçe ber dilovaniya Xwedê û tenê wekî malên dinyayê bexçikekê û reçeteyên derman li dû xwe dihêle. Dema ji dayik dibe jî di nava xizaniyê de ji dayik dibe û dema koça xwe ya dawî dike jî di nava xizaniyê de dimire. Ew ji ber xizaniyê ketibû ser rêya xerîbiyê. Lê dilnizmî û bedewiya xwe jî wekî mîrateyeke giranbiha li dû xwe dihêle. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.